YPS: Sê rêhevalên me ji ber bomberdûmanê gihiştin şehadetê

YPS’ê diyar kir ku şervanên wan ên bi navê Arjîn Amed, Mervan Amed û Şîlan Zerya gihiştine şehadetê.

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ev agahî dan:

“Di 5’ê Îlonê de balefirên şer qada Heftborya ya Bestayê ya li Şirnexê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de hevalên me Arjîn Amed, Mervan Amed û Şîlan Zerya gihiştine şehadetê. Di heman rojê de 2 helîkopteran di saet 19.30’an de qad bomberdûman kirine û hêzên şerê taybet ên AKP’ê li Besta Hincê, Mintika Çala û Mintika Girêdem operasyonek dane destpêkirin û ev operasyon di 6’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin.”