YPJ'ê fermandar Zîn Kobanê bi bîr anî

YPJ'ê fermandara xwe Zîn Kobanê bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê hevrêya xwe Zîn Kobanê ku di 13'ê Cotmeha 2019'an de li herêma Silûkê ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk şehîd bû bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de Zîn Kobanê weke jin a berxwedêr, fermandara demê, kedkara şoreşê hate pênasekirin û hate gotin, "Em di kesayeta wê de, tevahî dildarên şoreşa mirovahiyê, şehîdên di oxira parastina nirxên gelan de canê xwe feda kirin û tevahî şehîdên berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi bir tînin. Em ji malbata hevrê Zîn, gelên Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê û tevahî jinên tekoşer yên ku di şopa Zînan de têdikoşin sersaxî dixwezin. Em soza xwe ya girêdana bi şehîdan re careke din nû dikin."

'YEK JI TÊKOŞERÊN DESTPÊKÊ YÊN ŞOREŞÊ BÛ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di sala 2011’an de dema ku şoreşa me êdî tovên xwe dida, heval Zîn, bi tevlîbûna xwe ya nava şoreşê bû dendika yekemîn ya dest pêkirina tekoşînvan şoreşa azadiyê. Hevrê Zîn, di sala 11’an de ji bajarê Kobanê, warê berxwedanê berê xwe da refên şoreşê. Ji Efrînê bigre heta Dêrîkê, 9 salên têrker û tije tekoşîn jiyan kir. Heval Zîn, di nav malbateke welatparêz de mezin dibe, di temenekî biçûk de bi rastiya êşên gelê xwe dihese. Li ser zanebûna van rastiyan, biryar dide bibe tekoşînvan û pêşenga gelê xwe. Di destpêka şoreşê de kedeke mezin di ber rêxistinkirina gel, ciwan û tevlîbûna jinan ya nava şoreşê da. Dilê xwe hem ji zehmetiyên gelê xwe re vekir, û hem jî ji hêviyên gelê xwe re her tim bû çavkaniya moral û hêzê.

ŞERVANÎ Û PÊŞENGIYA JI SERÊKANIYÊ HETA MINBICÊ

Di sala 2013’an de piştî komên çete yên bi navên cuda û çeteyên DAIŞ’ê, êrişên xwe yê dagirkeriyê li ser gelê me pêşxistin, heval Zîn yek ji hevala me ya dest pê kê di şer û tekoşîna dijî DAIŞ’ê û komên çete yê din de cihê xwe girt. Weke fermandareke jin ya demê di şer de rista pêşengiyê girt ser milê xwe û di gelek pêngavên şerê tinekirina DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Heval Zîn, disala 2013’an di şerê Serêkaniyê, yê li hemberî çeteyên El Nusra de cih girt û xwedî risteke mezin bû. Her wiha li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'êya li Kobanê, Silok, Şedadê û Minbicê bi dilekî wêrek, di bereya şerê berxwedanê de cihê xwe girt.  Di şerê Kobanê de tevî ku ji milê xwe de birîndar bûbû, lê ji bo xwe nekir asteng. Li Kobanê, heya dawî seknek bi biryar, bi bawerî û hêvî raber kir. Ji bo tola şehîdên Kobanê rake, berê xwe da bajarê Minbicê. Heval Zîn, bi baweriyeke mezin jiyan dikir ku wê çeteyên DAIŞ’ê têk bibin. Ev baweriya xwe li rêhevalên dora xwe jî belav dikir. Tişta ku heval Zîn bawer dikir, di operesyona dawî ya têkbirina DAIŞ’ê, li Dêrezorê de pêk hat. Têkbirina DAIŞ’ê hêviya hemû şehîdan bû, rêheval Zîn û hevrêyên di bin fermandariya wê de bi ked û berdêlên giran ev serkeftina dîrokî diyarî şehîdan kirin.

Kesayeta hevrê Zîn, di şer û jiyanê de, ji bo hemû şervanên YPJ’ê, sekneke mînak bû. Ew her tim di nava jiyanê de, bi moral û coş bû. Hem perwerdekar bû, hemfermandareke şer bû. Bi hevaltiya xwe her tim cihekî taybet li gel rêhevalên xwe yê tekoşînê dida çêkirin. Dema ku cihê xwe di fermandariya akademiyên branja de digirt, bi sedan hevalên hem jin û hem xort perwerde kirin. Ji bo şervanên bi hêz ava bike, kedeke mezin her tim raber dikir. Ji bo me windahiya heval Zîn, bêguman wihndahiyeke giran bû. Wê ev sekna heval Zîn, ji bo me bibe mînaka tekoşîn, biryardarî û sekna di jiyana azad de bi îsrar.

Li ser wê bingehê, em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibêjin, heta ku rihê, Şevînan, Hebûnan, Rosyaran, Tekoşîn, Avêsta û Zînan di mêjî û dilê me de xwe jîndar bike wê tekoşîna me berdewam bike. Em her şehîdekî didin, erk û berpirsyariyên meyî ji bo azadiya gelan zêde dibin. Em bi vê zanebûnê, bi vê berpirsyariya dîrokî şehadeta hevrê Zîn û tevahî şehîdên berxwedana rûmetê bibîrtînin. Şehîdên me careke din fermana an jiyaneke bi rûmet, an jiyaneke bi rûmet daye me. Em jî ji bo xwedî li vê fermana şehîdan derbikevin, çi berdêl ji me bê xwestin em amade ne bidin.

Em li ser vê bingehê, careke din di şexsê şehîd Zîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê û şehîdên berxwedana rûmetê bibîrtînin. Ji rêhevalên xwe yê birîndar re şîfa dixwezin. Sersaxî ji gelê me yê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û malabata heval Zîn re dixwezin."