YPG: Li Efrînê 6 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku şervanên wan li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîne û di çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanên wan 14’ê Kanûnê li navçeya Şera û Bilbilê li dijî çeteyan çalakî kirine û di çalakiyan de 6 çete hatine kuştin.

YPG’ê ragihand ku di 14’ê Kanûnê de yekîneyeke wan di navbera gundên Dêrsiwanê û Nebî Hurî yên girêdayî navçeya Şera li dijî baregeheke leşkerî ya çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyek li dar xistine û di encamê de 4 çete hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

YPG’ê ragihand ku heman rojê yekîneyeke din a wan li dijî wesayîta leşkerî ya çeteyên Sûltan Murad li gundê Qestelê Miqdad a navçeya Bilbilê çalakiyek sabotajê kirine û di encama çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.