YPG: Li Efrînê 10 dagirker hatin kuştin

Şervanên YPG'ê di navbera 19-21'ê Îlonê de li navend û sê navçeyên Efrînê li hêzên dagirker dan. 10 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên li navenda Efrînê û navçeyên Cindirêsê, Şera û Mabetayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, roja 19'ê Îlonê li navenda Efrînê li dijî wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Navendê diyar kir, roja 20'ê Îlonê jî li cihekî navbera gundên Gazê û Mezin ên navçeya Mabetayê li dijî wesayiteke leşkerî ya çeteyên Feylaq Şam çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "21'ê Îlonê li cihekî navbera gundên Xezawî û Îska yên navçeya Cindirêsê, hêzên me li tankeke bi tîpa T55 a koma çete ya Feylaq Şam xistin. Di encama çalakiyê de tank hate rûxandin û çeteyek hate kuştin.

Me ragihandibûn ku 20'ê Îlonê li qadeke navbera gundên Xalta û Gobelê yên navçeya Şera ya Efrînê di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Li gorî agahiyên nû yên gihîştin ber destê me di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn."