YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên berxwedêr eşkere kir

YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana xaka Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan û gihiştin asta şehadetê eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku di berxwedana şerê rizgarkirina Reqayê de şervanê wan Azad Mawa, Çekdar Şam ê di êrîşên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de û şervana YPJ’ê Sozdar Zerdeş a di encama teqînekê de gihişte şehadetê bi raya giştî re parve kir.

YPG’ê diyar kir ku di 5’ê Mijdarê de Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona rizgarkirina Reqayê bi navê Xezeba Fıratê dan destpêkirin. Di konaxa yekemîn ji hamla Xezeba Firatê de gelek gund, gundik, gir û cihên stratejîk hatin rizgarkirin. Piştî van pêşketinên serkeftî, şervanan berê xwe dan bajarokê Til El-Semin yê stratejîk û gelek şerê dijwar qewimîn. YPG’ê wiha got : “Di encama van şerên dîjwar de rêhevalê me Azad Mawa bi lehengî şer kir û gihîşt asta şehadetê û dibe şehîdê yekem ê Pêngava Xezeba Firatê.”

YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Di heman demê de êrîşên çeteyên girêdayî koalîsyona Sûriyeyê li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin. Di encama van êrîşan de hevalên me jî bi lehengî şerkirin û li berxwedan. Yek jî ji wan hevalên berxwedêr hevalê Çekdar Şam bû. Rolekî pêşeng û qehremenî girt ser milê xwe şerkiri û heta gihişt şehadetê.

Di her pêşketinên ku hevalên me bi destdixin, komên çete li hember wan pêşketinan rêbazin qirêj li dijî gelên sivîl pêktîn e. Teqîna Qamişlo yek ji wan rêbazan bû. Di encama teqinê de gelek zirarên madî û menewî gihîştin sivîlan. Hevala me Sozdar Zerdeşt ku nêzî bûyerê bû di encama teqînê de gihîşt şehadetê.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî de ji malbata her 3 şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê ti carî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.”

Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku şehîdbûne wiha ye:

Nasnav: Azad Mawa

Nav û Paşnav: Elyas polat

Navê Dayîkê: Nûrsel

Navê Bav: Şemdîn

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa- Til El-Semin /17.11.2016

 ***

Nasnav: Çekdar Şam

Nav û Paşnav: Elî Meximko

Navê Dayîkê: Xedîce

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayîkbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb- Şêx Meqsûd /10.11.2016

 ***

Nasnav: Sozdar Zerdeşt

Nav û Paşnav: Sozdar Ozpolat

Navê Dayîkê: Xatûn

Navê Bav: Hacî

Cihê Jidayîkbûnê: Sivereg

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo /11.11.2016