YPG’ê nasnameya 12 şervanê  xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanan eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Pêngava Rizgarkirina Reqa û Şedadê de 11 şervanên wan di navbera 10-18’ê Tebaxa 2017’an de şehîd bûne û her wiha şervanekî wan ê ku nexweş bû, şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê wiha ye:

‘’Pêngava rizgarkirina Reqa ya  bi pêşengtiya QSD’ê  bi tevlîbûneke aktîf ya YPG û YPJ’ê didome.

Em YPG û YPJ bi têkoşîna xwe, her roj bi dehan sivîl û bajarê Reqqayê ji çeteyan beş bi beş rizgar dikin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Reqayê de asê mane û rêyên revê nabînin, di qadên cûda de dikevin nav hewldanên êrîşkirinê. Em jî weke ku me her tim kirî, têkoşîna xwe ne tenê li Reqa, li her derê li hember çeteyan didomînin.

Di şerê  Reqayê de 8 hevalên me di nav şerê giran de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Her wiha 3 hevalên me li gundê Ebû Xeşeb yê girêdayî Şedadê  di êrişên çeteyên DAIŞ'ê de piştî berxwedaneke bêhempa gihîştin şehîd bûn. Her wiha rêhevalekî me ku li bajarê Hesekê erkê xwe pêk dianî di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Em şehîdên xwe yên ku bi rihekî leheng şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minnet bibîrtînin.

Di serî de ji malbatên wan re û ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin. Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Delîl

Nav û Paşnav: Ibrahîm Ehmed

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Gundê El Cedîde

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Ehmed Hemo

Nav û Paşnav: Ehmed Hemo

Navê Dayikê: Zilma

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 18 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Emar Reqqa

Nav û Paşnav: Emar Xelef

Navê Dayikê: Menîfa

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Murad Şedadê

Nav û Paşnav: Micwel Elî

Navê Dayikê: Xemîsa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Nur Şedadê

Nav û Paşnav: Muhened El Ferec

Navê Dayikê: Newal

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Rêber Kerama

Nav û Paşnav: Ibrahîm Keser

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Şahîn Xesaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilkerîm El Rehîm

Navê Dayikê: Hebşa

Navê Bav: Şêx

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Gundê Xesaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Welat Şedadê

Nav û Paşnav: Mustafa Ebdulah

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Ebûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Wîsam Şedadê

Nav û Paşnav: Mihemed El Ferec

Navê Dayikê: Efra

Navê Bav: Casim

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Zana Kerama

Nav û Paşnav: Ebdilhemîd El Mihemed

Navê Dayikê: Elûs

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Zekeriya Hisên

Nav û Paşnav: Xelîl El Hisên

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Gundê Qana

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Zîr Şedadê

Nav û Paşnav: Heysem El Ferec

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Eshed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017