YPG'ê encama çalakiyên li Efrînê eşkere kir

YPG'ê diyar kir, li navçeyên Mabata û Şera yên Efrînê di çalakiyên hêzên wan de gelek dagirker hatine kuştin. Yek ji çeteyên hatine kuştin jî, serçeteyê bi anvê Abdulrezzaq El Bekir e.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser çalakiyên hêzên wan ên hefteya dawî ev agahî da:

"Hêzên me di hefteya duyemîn ya meha Tebaxê de li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li bejahiya navçeyên Mabata û Şera çalakiyên bi bandor lidar xistin. Agahiyên der barê çalakiyên ku hatine lidarxistin de wiha ne;

8'ê Tebaxê hêzên me li navçeya Mabata li hemberî seyareya serçeteyê bi navê Ebdulrezzaq el-Bekr çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de çete hate kuştin.

11'ê Tebaxê yekîneyên me li hemberî konvoya dewriye ya artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk û gelek çete hatin kuştin, hejmarek çete jî birîndar bûn."