YPG: 3 Hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn

YPG bi daxuyaniye nivîskî diyar kir ku sê hevalên wan di Pêngava Xezaba Firatê de bi lehengî şer kirine, heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine û şehîd bûne.

YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku sê hevalên di çarçoveya operasyona Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, hevalên wan bi lehengî şer kirine û heta bi xwîna xwe ya dawî jî li ber xwe dane.

Di berdewemiya daxuyaniyê de tê gotin ew weke YPG, YPJ sersaxiyê ji malbatan û gel re dixwazin û heta dawiyê ew ê şopdarên armancên hevalanê xwe bin.

Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî ye:

‘’Di Suriyê de ev 5 sal in şer dijwar bê navber berdewam dike. Di nava vî şerî de gelek hêz, artêş û komên cûda çihên xwe tê de digirin. Yek ji wan jî hêza Sûriya Demokratîk e, ku ji gelek pekhetiyên cûr be cûr mîna” Xiristiyan, Turkman, Ereb, Kurd û hwd. pêk hatiye. Yekîneyên Parastine Gel (YPG) û Yekîneyên Parastine Jin (YPJ) ji bo rizgarkirina Sûriyeyeke azad ji terora DAIŞ’ê rolekî girîng girtine ser milê xwe û li hemberî terora DAIŞ’ê şerekî pir dijwar dimeşînin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 5’ê Mijdara 2016’an de Pêngava Xezeba Firatê li dijî paytexta DAIŞê, Reqqayê dabû destpêkirin. Di vê pêngavê de gelek cihên stratejîk ketin destê şervanên QSD’ê, di gelek cihan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama şerê dijwar de yên li Bakûrê Reqqayê sê şervanên me yên ku bi lehengî şer kirin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî berxwe dan û şehîd bûn.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî de malbata her sê şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin, em ê tucarî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.”

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Ehmed Kobanê

Nav û Paşnav: Ehmed Nebo

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûyinê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 04.12.2016

***

Nasnav: Serhed Kobanê

Nav û Paşnav: Husên Reşo

Navê Dayikê: Necah

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûyinê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 04.12.2016

***

Nasnav: Zagros Miks

Nav û Paşnav: Nîhat Tosûn

Navê Dayikê: Nazîme

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûyinê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Bakurê Reqa 28.11.2016