YJŞ'ê Çarşema Sor li jinên di destê DAÎŞ'ê de ne pîroz kir

YJŞ'ê cejna Çarşema Sor li jin û zarokên Êzidî yên hê di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya azadiya civaka Êzidî û hemû gelan.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

YJŞ'ê destnîşan kir ku Çarşema Sor di bîr û baweriya Êzidiyatiyê de xwedî cihekî taybet e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî işaretê bi vê yekê dike.

Fermandariya YJŞ'ê bi bîr xist ku heta niha gelek caran zext û zordarî li civaka Êzidî hatiye kirin û fermana herî dawî jî bi destê DAÎŞ'ê li Êzidiyan hatiye rakirin.

YJŞ'ê destnîşan kir ku li gel zext û zordariyên giran jî civaka Êzidî her sal cejna xwe ya Çarşema Sor pîroz kiriye û wiha dewam kir: "Bi navê yekîneyên parastina jinên Êzidî em vê roja pîroz li jin û zarokên Êzidî yên hê jî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne pîroz dikin û hêvîdar in ku ev cejn bibe wesîleya azadiya civaka Êzidî û hemû gelan."

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Em Çarşema Sor, cejna serê salê li hemû gelan pîroz dikin û soza azadiyê ku me daye gelê xwe careke din dubare dikin."