YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir

Navenda YPG'ê nasnameya 8 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê û li  Kantona Efrinê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 8 şervanên xwe yên ku di Pêngava Xezeba Firatê û Girê Îska ya navçeya Cindirêsê di êrîşên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de, jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de van agahiyan dide: "Şervanên YPG û YPJ li Rojava û Bakurê Sûriyê bi tekoşîna xwe hemû cîhanê re îspat kiriye. 2011'an vir ve li hember terorê tekoşîna bê hempa meşandiye û di herêmê de aramiyek çêkiriye tenê hêza YPG û YPJ'ê ye û îro di nav YPG û YPJ'ê de hemû pêkhateyên herêmê û derveyî welat tevlîbuyîn çêdibe û di vê oxiri de canê xwe feda dikin. Şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûne temînata şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê."

 '5 HEVALÊN ME DI PÊNGAVA XEZEBA FIRATÊ DE ŞEHÎD KETIN'

 5 hevalên me di pêngava Xezeba Firatê de li hember çeteyên DAIŞ'ê gundewarên Reqa û bajarê Tebqayê de, piştî şerên dijwar tevlî karwanên şehîdan bûne. Hevalê Mielim Hesekê ku ji eslê xwe Suryane di encama qezayekî de şehîd bû.

 'ARMANCA ÊRÎŞA ÇETAYAN BI SAYA HEVALÊN ME VALE HATE DERXISTIN'

Du hevalên me ku Girê Îska navçeya Cindirêsê ya gîrêdayî Efrînêye di êrişên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketibûn, em îro nasnameyên wan ji gelên xwe re aşkere dikin. Her du hevalên me piştî şerên dijwar êrişên çeteyan şikandin û armanca çeteyan vala derxistin.

Em wek YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên welatparêz re dixwazin. Tekoşîna şehîdan ku bi armanca yekîtiya gelan û welateke azad avabikin dabûn meşandin emê bibin şopdarên tekoşîna wan û armancê wan pêkbînin, soza xwe nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495540614-BENGN_HESEK.jpg

 

Nasnav: Bengîn Hesekê

Nav û Paşnav: Telal Heskî

Navê Dayikê: Rewîa

Navê Bav: Ferhan

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 21 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495540808-BRSK_QENDL.jpg

 

Nasnav: Brûsk Qendîl

Nav û Paşnav: Siwar Şêxo

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Mustefa

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Şêrawa, Gundê Xezewiya

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Cindirêsê, Til Îska 19 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495540900-EKDAR_SGIRKA.jpg

 

Nasnav: Çekdar Sêgirka

Nav û Paşnav: Beşar Ebdulah

Navê Dayikê: Taziye

Navê Bav: Merdut

Cihê Jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495540961-DEVRM_XELL.JPG

 

Nasnav: Devrim Xelîl

Nav û Paşnav: Ehmed Şêxmus

Navê Dayikê: Hindiyê

Navê Bav: Şêxmus

Cihê Jidayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 1 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495541073-HEMZE_EFRN.jpg

 

Nasnav: Hemze Efrîn

Nav û Paşnav: Xalid Elîko

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Gundê Îska

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Cindirêsê, Til Îska 19 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495541147-MIELIM_HESEK.jpg

 

Nasnav: Mielim Hesekê

Nav û Paşnav: Arsîn Mardoyan

Navê Dayikê: NIntiwanêt

Navê Bav: Faskîn

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 19 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495541253-PIRENG_QAMILO_.jpg

 

Nasnav: Pirşeng Qamişlo

Nav û Paşnav: Mihemed El Mihemed

Navê Dayikê: Kewser

Navê Bav: Ebid El Mihîm

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo, Til Birhim

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 9 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495541315-AHN_HESEK.jpg

 

Nasnav: Şahîn Hesekê

Nav û Paşnav: Basil Ibrahîm

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Diyab

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 19 Gulan 2017"