Yekîtiya Ekolojiyê: Derba dawî DMME'yê li Heskîfê da

Yekîtiya Ekolojiyê li dijî biryara DMME'yê ya li ser Heskîfê helwest nîşan da û got, ''Bi biryarê tundiya li ser mekanên dîrokî û çandî ya ya dewletan û şîrketan tê teşwîqkirin''.

Yekîtiya  Ekolojiyê li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Heskîfê daxuyaniyeke nivîskî da. Yekîtiya Ekolojiyê li dijî redkirina serlêdana Heskîfê ya DMME'yê helwest  nîşan da û got bi biryarê de Heskîf ku ji hêla dîrokî, çandî û ekolojîk ve bi giringiyeke mezin e derb li Heskîfê hatiye xistin û Heskîf qurbanî rantxuriya kapîtalîst hatiye kirin.


Yekîtiya Ekolojiyê her wiha got, ''Ev biryara DMME'yê li gelek deveran tundiya li ser mekanên dîrokî û çandî ya ya dewletan û şîrketan tê teşwîq dike.''