Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Edene û Mêrsînê li dijî hevkar û kesên madeyên hişbir difiroşin çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Dersim û Şehîd Sakîne Cansiz li Edene û Mêrsînê çalakî kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliye Yekîneyên Tolhildanê ve hate kirin ev hate gotin: “ Eger ku civak dixwaze xwe li ser piyan û hebûna xwe bidomîne, divê erka xweparastinê esas bigire. Li ser vî bingehî erka xweparstinê ya xwe dispêre erka xweparastinê zindî bê girtin, wê çalakiyên me yên li dijî hevkarên faşîzma AKP-MHP’ê bidome.”

ÇALAKÎ

YeKîneyên Tolhildanê li ser çalakiyên li Edene û Mêrsînê ev agahî da:

“Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim a me li Seyhan a Edenê 3 kesên madeyên hişbir difirotin ceza kiriye.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz a me li Akdenîz a Mêrsînê ji bo hevkarên AKP-MHP’ê hişyar bikin 4 wesayîtên wan şewitandin û kirin xwelî.”