Yek ji şahidên komkujiya Dersimê Gayer wefat kir

Ji şahidên komkujiya Dersimê Zarife Gayer çû ser dilovaniya xwe.

Zarife Gayer a ji eşîra Ferhadan (Laçinan) ku sala 1918'an li Segedik a Dersimê ji dayik bû, çû ser dilovaniya xwe.

Gayer, tiştên ku der barê komkujiyê de dihate bîra wê di gelek panel û civînên çapemeniyê de eşkere kiribû.

Zarife Gayer ji sala 2001'ê ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dima.

Malbat serdanên sersaxiyê li Navenda Çanda Elewiyan a Ludwigsburgê qebûl dike.

Kurê Gayer Mustafa Gayer diyar kir ku cenazeyê dayika wê roja Sêşemê saet 14:30'î wê ji balafirgeha Stuttgartê ber bi Dersimê ve bê şandin û roja Çarşemê li gundê Kurmeş ê navçeya Pertag a Dersimê bê veşartin.