YE dermanên kanserojen a çandiniyê erê kir

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) destûr da bikaranîna dermanê glîfosatin ê dermanê çandiniyê yê cûrê Herbîsît ê bi gûmana dibe sedemê kanserojenê û tenduristiya sed milyon mirovan dixe xeteriyê erê kir.

Li ser nerazîbûn deh milyonan welatiyên welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo bikaranîna dermanê glîfosatin ê ji bo hişînahiyên bi ziyan ên çandiniyê tên bikaranîn, 5 sal din jî hate dirêjkirin.

Di dengdanan îro hate kirin de, ji 28 welatiyên YE’yê 18 welat ji bo karanîna demê glîfosatinê dengê ‘erê’ bikar anî. 9 welat li dijî derketin û welatek jî bê alî deng bikar anî.

Di dengdana beriya meha Mijdarê de Fransa û Îtalya jî di nav de 9 welatan li dijî bikaranîna Glîfosatinê derketibû, Elmanya dengê bê alî bikar anîbû.

Di nava dermanên li dijî hişînayên ku ziyanê dide çandiniyê de glîfosatin dibe sedemê kanserojenê di gelek lêkolînên zanîstî de derketine pêş.