YBŞ: Çarşema Sor êdî bi coş û kelecaneke cuda tê pîrozkirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir ku ji bo parastina hebûn, azadî û baweriya gelê xwe wê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor hemû lehengên ku di oxira jiyana însanî û aştiyê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Di peyama YBŞ'ê de işaret bi zilm û bêrehmiya hêzên serdest hate kirin ku hewl didin baweriyên li ser vê axa qedîm ji holê rakin û herêmê bixin nava tarîtiyê.

YBŞ'ê diyar kir, cejnên ku ji bo piştevanî û parvekirina gelan rojên girîng e, li dijî êrîşên faşîst û dagirker divê weke rojên yekîtî û têkoşînê bên pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî ku barbarên DAÎŞ'ê û zîhniyeta wan ji ser axa Şengalê bi temamî hatin avêtin, civaka Êzidî wê bi coş û kelecaneke cuda Çarşema Sor pîroz bike."

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, bi hêviya ku jiyaneke azad, demokratîk, aştiyane û wekhev ji gelê Kurd û hemû mirovên bindest re bê afirandin, Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û hemû hevrêyên xwe pîroz kir.

Fermandariyê got, "Li dijî her şêwe êrîşên hundir û derve yên li dijî hebûn, bawerî û azadiya gelê me, em ê heta dawiyê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî nava refên YBŞ'ê bibe û rêxistinbûn û têkoşîna xwe geş bike."