Xwînava ciwanan rîska kanser û Alzheîmerê kêm dike

Di lêkolîneke klînîkê ya şîrketeke taybet a DYA de derket holê, ku dema xwînava ciwanan ji extiyaran re tê dayin, rîska nexweşiyên kanserê û Alzheîmer kêm dibe.

Lêkolîn ji aliyê şîrketa bi navê Ambrosîa ve hate kirin, ku ev şîrket li ser mijara antî-ageîngê lêkolînan dike. Di lêkolînê de xwînava ji mirovên 16 heta 25 salî hate girtin, bi rêk û pêk ji 70 kesên 35 salî re hate dayin. Li gorî encamên destpêkê, li van kesên ku xwînav ji wan re hatiye dayin, rêjeya antîjenên embîryonîk ên kanserojen ên di xwîna wan de gelekî kêm bûye.

Xwediyê şîrketê Jesse Karmazîn anî ziman, xwînava mirovên ciwan pêşî li bandora extiyarbûnê ya mirovên bi emrê navîn û emrê dirêj digire. Li gorî agahiyên ji aliyê Karmazîn ve hatin dayin, di nava van kesên tên tedawîkirin de rêjeya kolestrola xwînê 10 ji sedî kêm bûye û proteînên ku rîska Alzheîmerê zêde dike, 20 ji sedî kêm bûne.

Hat ragihandin, nexweşekî Alzheîmer ê 55 salî ku tê tedawîkirin, piştî dayina vê xwînavê, baş dibe. Nexweşekî din ê Alzheîmerê ku nexweşiya wî giran bûye, kêm jî be baş dibe.

Di mijara pêşîgirtina li bandora extiyarbûnê de, ku armanca bingehîn a vê tedawiyê ye, pêşketin heye. Û li gorî Karmazîn, mirovek 40 an jî 80 salî be, piştî dayina xwînava ciwanan, heman bandorê dibînin.

Şîrket dibêje, ji bo encamên optîmal pêwîste salê du caran xwînav were dayin. Dayina her xwînavê jî 8 hezar dolar e.