Xwendekarên Qamişloyê tevlî çalakiya avhewayê bûn

Xwendekarên Qamişloyê jî tevlî çalakaiya ji bo avhewayê çalakiyên gerdûnî bûn. Xwendekarên zanîngehê li Qamişloyê kolan paqij kirin.

Xwendekarên Qamişloyê jî deng da dengê ‘FrîdaysForFuture’ a tevgera avhewayê li gelemperiya cîhanê bang li ciwanan kirin.

Ji 50 xwendekarên Zanîngehên Rojava dixwînin pankart hildan û bidirûşman li kolanên bajar meşiyan. Li bajar ji guhertinên avhewayî ya gerdûnî ya ji ber qirêjiya li bajarê û mijarên ekolojîk bal kişand ser gelek mijarên cuda.

Xwendekaran di vê çalakiyê de ragihand ku ew jî tevlî çalakiya Frîdays For Future ya tevgera avhewaya ya banga çalakiyên gerdûnî kir bûne.

Li gel xwendekaran xebatkarên şaredariyê û aktivîst, enternasyonalîstên kampanyay Green Agaîn a Meke Rojava jî tevlî bûn.

Xwendekaran pankarta bi nivîsa ‘Ji bo heskirina ji xwezayê, divê em xwe bi rêxistin bikin- Ne guhertina Avhewayê Guhertina Sîstemê’ li ser hebû vekirin.

Xwendekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Rojava Hahîr Pîr venêrîna me ya xweza û paqijiya bajar, hişmendiya civaka me nîşan dide.

Pîr bal kişand di jiyanê de tişta herî bingehîn yek jê li bajar paqijî û paratina xwezayê ye.