Xwarin û vexwarina hazir rîska nexweşiyê zêde dikin

Li gorî lêkolînên li Spanya û Fransayê hatin kirin, vexwarina hazir ku gelek made di nav de heye, vexwarina wan rîska nexweşî û mirinê zêdetir dike.

Lêkolîn li Spanyayê di nava 20 hezar mirovên emrê wan derdora 38 salî ne û ji zanîngehê mezûn bûne, li Fransayê jî di çarçoveya anketeke Wezareta Tenduristiyê de ya bi navê NutriNetSante bi axaftina bi 100 hezar kesî hate pêkanîn. Lêkolîna li Fransayê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Medîkal û Tenduristiyê ya Neteweyî (Inserm) ve hate kirin.

YÊN KU ZÊDE DIXWIN Û VEDIXWIN RÎSKA NEXWEŞIYÊN DIL Û REH PÊ RE ZÊDE YE

Li Spanyayê di anketê de, cudahiya navbera mirovên rojane herî zêde 2 porsiyon xwarina hazir dixwin û yên rojane herî zêde 4 porsiyon xwarina hazir dixwin hate lêkolîn. Derkete holê, yên ku rojane zêdeyî 4 porsiyonan dixwin, mirina ji ber nexweşiyan li gorî yên koma din bi rêjeya 62 ji sedî zêde ye.

Li gorî anketa li Fransayê, ku sala 2009'an dest pê kir û heta sala 2018'an domiya, xwarin û vexwarina hazir û bi madeyên cuda, dibin sedem ku nexweşiyên dil û reh bêhtir zêde bibin. Li gorî vê yekê, ji 105 hezar kesên beşdarî lêkolînê bûn, hate eşkerekirin ku rîska hezar 409 kesan zêde ye ku bi nexweşiyên dil û reh bikevin.

Her du lêkolînan bal kişand ser bandora neyînî ya xwarin û vexwarina hazir li tenduristiya mirovan û rêjeya bilind a xwê, şekir û rûn a xwarinên hazir.