Xirecira medya Tirk a li ser Efrînê: Hedefa xwe mezintir dikin

Çapemeniya Tirkiyeyê ya ku Kurd kiriye hedef, ji aliyekî ve hedefa xwe mezintir dikin û ji aliyê din ve jî ji tirsan dikin xirecir.

Hewesa hewldana dagirkirina Efrînê ya Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan îro jî di çapemeniya Tirkiyeyê de rojeva sereke ye. Di çapemeniya Tirkiyeyê de daholên şer lê dikeve û li aliyê din jî di nav hevokên wan de tirs xwe dide der. Rojnameyeyên Tirkiyeyê yên îro jî meseleya Efrînê kirine manşet û hedefa xwe mezintir dikin

NÛÇEYÊN DEREW ÊN HURRIYETÊ

Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “Rastiya rêxistina terorê ya li Efrînê: 2 hezar jê ji Tirkiyeyê ne” diyar dike ku şervanên li bajêr 2 hezar jê ji Tirkiyeyê ne û dixwaze zemîna dagirkeriyê amade bike.

Fevzî Kizilkoyûn ev nûçe amade kiriye û di bin nûçeya ‘Xayîn ji Kobanê’ ye de jî îmzeya wî hebû û diyar kiribû ku di wê nûçeyê de berpirsê Licê yê HPG’ê Ekrem Karabûlût e fermana çalakiya li Beşîktaşê ya Stenbolê daye. Lê derketibû holê ku Karabûlût beriya çalakiya Beşîktaşê jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku ev agahî hatibû weşandin, Kizilkoyûn gotibû ku “çavkaniyên min ev tişt ragihandine min.” Diyar e ku çavkaniyên Kizilkoyûn MÎT e.

LI PEY REÎS RÊZ BÛN

Rojnameya Sozcû ya Tirkên spî yên nîjadperest e bi manşeta ‘Heke Efrîn paqij bibe, ew ê 500 hezar Sûriyeyî vegerin’ û li pey reîsê xwe Erdogan rêz dibin. Rojnameya Mîlliyetê bi manşeta ‘Fermana wekî tevgerê’, rojnameya Vatanê jî bi manşeta ‘Xurt, cesûr û amade’ ya ku pesnê leşkeran dide, hatin weşandin.

TIRS Û PESNDAYÎN!

Rojnameya Tûrgat Cîner HaberTurk jî bi manşeta ‘Efrîn, dawiya sebrê’ gefan dixwe. Rojnameya Starê jî bi manşeta ‘Li Efrînê taktîka xayîn’ qala amadekariyên li Efrînê dike. Yenîşafak jî bi manşeta ‘Di 3 saetan de Efrîn’ cesaretê dide leşkeran.

ALÎGIRÊN DAVÛTOGLÛ Û PERÎNÇEK

Rojnameya Kararê ya Ahmet Davûtoglû jî bi manşeta ‘Qonaxa pêşîn, Efrîn’ hate weşandin. Yek ji rojnameya ku hedefa xwe mezintir kir jî rojnameya Aydinlikê ya Perînçek e. Aydinlik bi manşeta ‘Xeta sor hate nûkirin’ hate weşandin.

MECZÛBÊ YENÎŞAFAKÊ KARAGUL

Derhênerê weşanê yê meczûp ê Yenîşafakê Îbrahîm Karagul bi nivîsa xwe ya ‘Niha dema seferê ye, rojhilatê Efrîn, Minbîc û Firatê’ dibêje ku ‘Heke gefxwarin herêmî dive, wê parastin jî herêmî be. Gefxwarin global be ew ê parastin jî global be’ û diyar dike ku divê ‘hedef were mezinkirin.’

GULERCE, MIKURHATIYÊ FETO HEDEFÊ MEZIN DIKE

Mikurhatiyê FETO Huseyîn Gulerce di nivîsa xwe de ya bi navê ‘Efrîn, Minbic û yên ku vinvinê dikin’ dijminatiya xwe ya li Kurdan nîşan da û got, ‘Derbas bû ew dem.Tirkiye wê sînorên xwe yên başûr ji Efrîn, Minbicê, ji rojhilatê Firatê heta bi Iraqê ji rêxistina terorê ya PKK’ê paqij bikin. (…) Tirkiye bi biryar e. Hewesa Barzanî ya serxwebûnê çawa bi erdê re bûbe yek, xeyala parçekirina welatê me ya PKK’ê jî wê were rûxandin. Tirkiye bi biryar e. Her ku pişt li terora dabeşker hate şikandin, HDP ya ku mesafeyekê naxe navbera û PKK’ê de jî ji hêla siyasî ve wê ber bi tinebûnê ve biçe.’

XEWNA RÊNÎŞANDÊRÊ ERDOGAN!

Yek ji rênîşandêrê Erdogan Îlnur Çevîk jî bi nivîsa xwe de ya bi navê ‘PKK li Sûriyê behsa federasyonê dike’ weke mînaka ku ‘mirîşka ku di xew de garisan dibîne’ wiha dinivîsîne: ‘PKK ya ku weke ku li Sûriyê federasyon hebe tevdigere, di nêz de bi operasyona hevpar a Qewetên Çekdar ên Tirk û Artêşa Azad a Sûriyeyê wê bi ser hemdê xwe ve were. DYA jî neçar dimîne ku bibêje, ‘min îş bi vî karî nîn e’.

Ango wê PKK’ê tenê bihêlin…Tirkiye piştî ku PKK ji Efrînê derxist, wê bike ku yan PKK bi dilê xwe Minbicê biterikîne yan jî wê ji wir jî were hilqetandin û navçe wê îadeyî xwediyê wan ê rastîn ango li Erebên Sûriyeyê were kirin. Li vir jî divê DYA xwe tevlê neke. Lê ev kar wê li vir neqede. Divê ji rojhilatê Firatê jî PKK were paqijkirin û divê ew herêm radestî xwediyê wan ê rastîn, Kurdên Sûriyeyê were kirin. Wiha PKK ya dagirker wê ji Sûriyeyê derkeve û biçe. Ka em binerin bê ka DYA wê rastiyan fêhm bike yan na?’

QUNCIKA BI FIKAR A BARLAS

Mehmet Barlas li quncika bi heman ‘hesasiya millî’ nêzî meselê dibe û di nivîsa xwe de ya bi navê ‘Krîza Efrînê wê bandoreke neyenî li realîteya Kurd bike?’ wiha dest pê dike : ‘Bi ya me ji bo ku pêkhatina li Efrînê yekparetî û ewlehiya Tirkiyê dike hedef, em destwerdaneke leşkerî rast dibînin’ û bi gotina siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku gotî, ‘Destwerdana li Efrînê wê bibe sedema domdariya hêrs, kîneke sedan salan. Ev ê ti caran ji bo Tirkiyê nebe polîtîkayeke erênî û destkeftî’ bi dawî dike.