Xeteriya obezîte ya li welatên pêşketî zêde dibe

OECD ragihand, li welatên pêşketî yên cîhanê, bi yek ji pênc kesan re pirsgirêka obezîteyê heye û hişyarî da, ku ev pirsgirêk heta sala 2030'î wê zêdetir bibe.

Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aboriyê (OECD), ku piraniya endamên wê welatên pêşketî ye, bi wesîleya 23'ê Gulanê roja têkoşîna li dijî obezîteyê ya Ewropayê, hin dane bi raya giştî re parve kir.

LI DYA JI SEDÎ 38, LI JAPONYAYÊ JI SEDÎ 3,7

Li gorî vê yekê, li welatên endamê OECD, ji sedî 19,5 ê mirovên bi emr obez in. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ev rêje ji sedî 38 e. Welatê ku di nava mirovên bi emr de obezîte kêm e, Japonya ye ku rêjeya di vî warî de ji sedî 3,7 e.

Li nava mirovên bi emr, rêjeya obezîteyê li welatên weke Macarîstan, Meksîka û Zelanda Nû zêdeyî ji sedî 30 e. Li Fransayê ev rêje ji sedî 15 ye.

Li gorî daneyên OECD, li welatên endam, yek ji her şeş zarokan gelekî qelew in.

HETA SALA 2030'Î WÊ BI RÊJEYA YEK JI SÊ PARAN ZÊDE BIBE

Di daxuyaniya OECD de hat ragihandin, obezîteya ku rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê vedike, tê payîn ku heta sala 2030'î bigihêje asta herî bilind. Li gorî vê yekê, rêjeya obezîteyê li nava mirovên bi emr ên li DYA wê bigihêje ji sedî 47'an. Li welatên din jî wê di asta yek ji sê paran zêde bibe.

HIN TEDBÎR TÊN PLANKIRIN

Hat ragihandin, OECD amadekariyan dike ku ji bo têkoşîna li dijî obezîteyê hin tedbîran bigire û wê hewl bide civakê di vî warî de hişyar bike.