Xemla bihuştê ya li Rojhilat: Gola Zerîbarê

Gola Zerîbarê ya li Rojhilatê Kurdistanê, her demsalê xwe bi rengekî cuda dixemilîne.

Li Rojhilatê Kurdistanê, ku bi bedewiya xwezaya xwe tê naskirin, Gola Zerîbarê (Zerîwar) a li nava çiyayên Kosalanê, her demsal xwe bi rengekî cuda dixemilîne.

Zerîbar li bajarê Merîvan ê ser bi eyaleta Sinê ya Rojhilat e û li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gola herî mezin a ji ava şîrîn û vexwarinê ye. Gola Zerîbarê li nava çiyayên Kosalanê ye ku li vê derê gelek celebên nebatên endemî hene. Gol malovaniyê ji gelek celebên çûkan jî dike.

Her roj gelek mirov ji bajarên Rojhilat û Îranê gelek mirov serdana Zerîbarê dikin, ku ev der yek ji mezintirîn navendên tûrîzma herêmê ye. Li vê herêmê, ku di dema dawî de bûye navenda paraşûtvanan, ji bo meşvanên xwezayê jî veguheriye rêgeheke bedew a bêhempa.

Yek ji herêmên Îranê yên kêm e, ku qedexeya ajotina bîsîkletan ji aliyê jinan ve, lê hatiye têkbirin. Gelek jin, tevî hişyarî û cezayên pereyan ên li wan bên birîn jî, li qiraxa golê bîsîkletê dajon.

Çiyayên Kosalanê û gola Zerîbarêk ku her demsalê xwe bi rengekî cuda dixemilînin, di demên dawî de dibin hedefa êrîşa rejîma Îslamî ya Îranê. Hêzên pasdaran ên Îranê li qiraxa golê gelek avahî lê kirin û qiraxa golê li gel digirin.

Li çiyayên Kosalanê jî bi zanebûn şewatê derdixînin, ku şewata daristanan a li vê derê hê dewam dike. Tevî nerazîbûn û çalakiyên protestoyî yên gel jî, pasdarên Îranê hê jî zerarê didin çiyayên Kosalanê û gola Zerîbarê.