Xemla Çemê Dîcleyê

Çemê Dîcleyê di nava 30 salên dawî de yekemcar di vê demsalê de bi vî rengî paqij diherike. Beriya niha di vê demsalê de gemarî dibû.

Hefteyek e av kêm bûye. Lewma Çemê Dîcleyê di nava 30 salên dawî de bi rengê herî paqij xuya dike.

Çemê Dîcleyê ku ji navçeya Pîranê dest pê dike, di ser Bismil, Êlih, Heskîf, Cizîr û Mûsilê xwe digihîne Bexdayê, piştî ku Bexdayê dike du beş bi Çemê Firatê re dibe yek û ji Kendava Basrayê diherike nava Okyanûsan. Çemê Dîcleyê yek ji wan qurbaniyan e ku AKP'ê çav berdayê. Çemê Dîcleyê ku gelek HES û ocaxên xîzê li ser hatin çêkirin, ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê kêm mabû ku ziwa bibe. Ji ber ku ava wê kêm bû û mîna heriyê diherikî, di nava 30 salên dawî de gelek zindiyên di nav de û li dora wê tine bûn.

Li gorî ekolojîstan, ji ber HES, ocaxên xîzê, qadên çandiniyê û bermahiyên pîşesaziyê ava çem herimî. Ji ber gemarê ava çem êdî bi rengê heriyê diherikî. Di nava 15 rojên dawî de rengê avê vebû û êdî bi rengekî pak diherike. Ji bo av paqij bimîne berpirsyarî dikeve ser milê her kesî.