'Xemgînî û êşê bi kilaman distêrim'

Dengbêja jin Meryem Tûncer diyar kir ku biçûkî bala wê li ser dengbêjiyê bû û anî ziman ku wê hesreta bi salan a welêt tevî êşên di dilê xwe de kiriye kilam.

Kevneşopiya dengbêjiyê yek ji sembolên herî girîng ên çanda Kurd e. Em şêwazê jiyana civakê û kevneşopiyan bi kilman hîn dibin. Yek ji kesên ku vê rê û kevneşopiya hezaran salan nade jibîrkirin, Meryem Tûncer a 42 salî ye ku li navçeya Artêmet a Wanê dijî. Dengbêj Meryem Tûncer ku di temenê xwe yê biçûk de dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dan, demeke dirêj li sirgûnê ma. Tûnçer dibêje "Ez xemgînî û êşan bi kilamên dengbêjiyê distêrim." Em bi Meryem Tûncer re li ser dengbêjiyê axivîn. Me pirs kir û wê jî bi  dilnizmî bersiv da me.

'BÎRANÎN Û XEMGÎNIYÊ BI DENGBÊJIYÊ VEDIBÊJIM'

Dengbêja jin Meryem Tûncer diyar kir ku di temenê wê yê biçûk de dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dane, jiyana xwe li sirgûnê derbas kiriye û wiha behsa serpêhatiya xwe kir: "Serpêhatiya min a dengbêjiyê li sirgûnê destpê kir. Êş û mirinên ku şahidiya wê dikir bi kilaman tînim ziman.  Ez li gundê Mezra yê navçeya Elkê ya Şirnexê hatime dinyayê û di sala 1988'an de ji ber polîtîkayên şer ên dewletê û ferzkirina cerdevaniyê em neçar man ku koçî Edene û Mersînê bikin. Ji ber êş û hesreta welatê xwe piştî demekê em vegeriyan Cizîrê û piştre jî hatin li Wanê bi cih bûn." 

'HESRET Û ÊŞA DILAN VEGUHERÎ KILAMAN'

Tûncer ku hêj 14 salî bi kurapê bavê wê re tê zewicandin, destnîşan dike ku ji bo xwişka xwe Sûltan a di nava PKK'ê de şehîd ketiye ku gora wê hêj jî nayê zanîn li ku ye dema li sirgûnê hate niha bi dehan klaman çêkiriye û gotiye. Tûncer dibêje hesreta salan a welat, êşa dilan veguheriye kilaman û wiha pê de çû: "Bêguman tecrubeyek ji malbatê heye, ez gelek ji dengbêjiyê hez dikim û xwestekek min a bê hempa hebû. Lê dîsa ev tenê nebûn sedem. Dûrbûn û hesreta ji axa xwe, êş, derd û kulên li sirgûnê û hesreta xwişka min Sûltan bû sedama ez van êş û eleman bi kilaman bînim ser ziman."

DI TEMENÊ BIÇÛK DE BALA WÊ LI SER DENGBÊJIYÊ BÛ

Tûncer da zanîn ku wê di temenê xwe yê biçûk de dengbêjiyê pir meraq dikir û wiha axaftina xwe domand: "Dema em li gund bûn xalê bavê min Dengbêj Salih Yusuf dihat dîwana dengbêjan. Min ji dayika xwe re digot em biçin li dengbêj Salih guhdar bikin. Ji bo em dengbêjiyê guhdar bikin şilî, berf, sar germ qet ferq nedikir û em dimeşiyan diçûn diwana dengbêjan. Lê mixabin di civakê de rê li ber jinên dengbêj tên girtin. Ji bo dengbêjiyê jî malbata min gelek bû alîkar bi taybetî jî piştî hevserê min çû ser dilovaniya xwe tiyên min gelek bûn alîkar, ez cihê xwe di mala dengbêjan de bigrim."

'DENGBÊJÎ NEYNIKA CIVAKÊ YE'

Dengbêj Meryem Tûncer di çand û hunera Kurdî de li ser rola dengbêjiyê axivî û ev tişt got: "Dengbêjî naskirin civakê ye. Dengbêjî bi wateyek din dertbêjiye, dengbêj serpêhatî, çîrok û dîroka nehatiye nivîsandin bi awazên dengbêjiyê têne vegotin. Dîroka gelê  Kurd ya nehatiye nivîsan bi riya dengbêjan bi dengbêjiyê hatiye vegotin. Em dikarin bêjin dengbêjî neynîka civakê ye."

'XWEDÎ LI DENGBÊJIYÊ DERKEVIN'

Tûncer di dawiya axaftina xwe de bang li jinên dengbêj kir û xwest jin xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin, dibin bandora  ti kesê de neminin û çanda xwe ya dengbêjiyê pêş bixin kir.