Xelat ji romana 'Çûkê Kurd' ê nivîskarê Fransî re hate dayin

Romana "Le traquet Kurde" (Çûkê Kurd) ê nivîskarê Fransî Jean Rolin hêjayî xelata wêjeyê ya Vialatte hate dîtin. Çûkê Kurd tevlî pêşbirka xelata wêjeyî ya Livre Inter jî bûye.

Pirtûka "Le traquet Kurde" hem zanistiya çûkan e, hem jî romaneke li ser pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Romana ku ji 176 rûpelî pêk tê, meha Çileyê çap bû. Xelata wêjeyê ya Vialatte ku ji aliyê koma La Montagne/Centre France ve tê dayin, roja Pêncşemê ji romana Jean Rolin re hate dayin. Romana Çûkê Kurd tevlî pêşbirka wêjeyî ya Livre Inter jî bûye û çav li rê ye xelatên wê roja 4'ê Hezîranê bê eşkerekirin.

Romana Çûkê Kurd li herêma Puy-de-Dome ya Fransayê dest pê dike. Bihara sala 2015'an, çûkekî ji Kurdistanê li vê herêma ku li navenda Fransayê ye tê dîtin. Dîtina vî çûkî çend hefte piştî şerê Kobanê pêk tê. Di vê demê de hêzên Kurd li Kobanê çeteyên DAÎŞ'ê têk birine û ev bajar li gelemperiya cîhanê veguheriye sembola berxwedanê. Normal ev çûk diviyabû li Fransayê nehatibûya dîtin. Nivîskar jî li ser vê yekê radiweste û ji Fransayê diçe Mûsilê, ji wir berê xwe dide Dakar û Morîtanyayê. Roman ji vî alî ve her wiha derseke jeopolîtîk e. Bi îronî û melankolî jî hatiye xemilandin.

Jean Rolin dide pey vî çûkî û xwe digihîne Kurdistanê. Di vê rêwitiyê de nivîskar derdikeve ser Çiyayê Nemrûdê û Çûkekî Kurd li wir xwe li ber lingê nivîskar datîne.