Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Elman ketin grevê

Seferên trenan ên li garên mezin ên li Elmanyayê sekinînin. Seferên herêman gelekî kêm tên kirin.

Sendîkayên rêyên hesinî yên Elmanyayê, ji bo zêdekirina maeşên karkeran dest bi grevê kirin. Ji ber grevê gelek seferên trenan rawestiyan.

Şîrketa rêyên hesinî Deûtsche Bahn ragihand ku seferên navbera herêman qut bûne. Hate gotin, grev bi giranî bandorê li trenên bi lez (ICE) û trenên mesafeyên navîn dike.

Li eyaleta Bavyerayê temamiya xetên trenê rawestiyan.

Hin danûstandinên navbera şîrketê û sendîkayan, bêyî lihevkirinê qediyan. Sendîka ji bo 160 hezar xebatkaran dixwaze bi rêjeya 7.5 ji sedî maeş bê zêdekirin.