Xebatkarê CÎK'ê Reşîd rehmet kir

Kurdistaniyê bi navê Xalê Reşîd ku di nava Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) de kar dikir, rehmet kir.

Xalê Reşîd ku di nava Federasyona Civaka Îslama Kurdistanê (CÎK) de kar dikir, rehmet kir.

Xalê Reşîd ê ji Mûşê sala 1980'î hatibû Elmanyayê û demeke dirêj li Lûdwîgsbûrg ê nêzî bajarê Stûttgartê ma. Xalê Reşîd zêdetirî saleke ji ber nexweşiyê çûbû gel keça xwe ya li Hambûrgê.

Xalê Reşîd duh (3 Çile) li Hambûrgê di 87 saliya xwe de rehmet kir.

WÊ LI MELETIYÊ CENAZE WERE VEŞARTIN

Li ser wesiyeta Xalê Reşîd wê cenaze rojên pêşiya me li Meletiyê were veşartin. Piştî merasîma cenaze wê li bajarê Lûdwîgsbûrgê konê sersaxiyê were danîn.