Xaniyên berê yên Colemêrgê nayên sererastkirin

Xaniyên berê yên Colemêrgê, ku heta niha nehatine parastin û restorekirin, li ber tinebûnê ne.

Dewleta Tirk, ku leşkerên xwe li kelehên li navenda Colemêrgê bi cih kir û ev der veguherand leşkergehê, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya hilweşandina avahiyên dîrokî de zerar dan van berhemên dîrokî. Xaniyên berê yên Colemêrgê jî para xwe ji dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan girt.

Colemêrg, ku paşerojeke xwe ya ji 15 hezar salî heye, heta roja îro malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Di serî de Sumer, Hûrî, Asûr, Babîl, Ûrartû û Med, gelek şaristaniyan li Colemêrgê hikum kirine. Van şaristaniyan bi hezaran avahî û berhemên dîrokî li dû xwe hiştin. Li Colemêrgê ku mîna muzeyeke servekirî ye, ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û hilweşandinê yên dewleta Tirk, bi hezaran berhem ya hatine xerakirin ya jî ji bo rizandinê hatine hilweşandin.

BI HEZARAN WÊNEYÊN LI SER TEHTAN

Li zozanên Gevaruk û Tirşin ên li rojavayê Colemêrgê, bi hezaran wêneyên li ser tehtan hatine neqişandin hene. Ev wêneyên dewlemend, ku li qadeke berfireh in, heta roja îro jî tên dîtin. Tevî wêneyên li ser tehtan, keleh, dêr, xan, qesr, medrese, goristan, pir û xaniyên dîrokî jî weke mîrate man e.

BI DESTÊ DEWLETÊ HILDIWEŞIN

Dewleta Tirk, leşkerên xwe li kelehên li navenda Colemêrgê bi cih kir û ev der veguherand leşkergehê. Zerar da dêr û qesran.

AKP, ku ji bo valakirina Colemêrgê seferber bûye, berhem û avahiyên dîrokî hildiweşîne. AKP, ku 15 sal in dewletê bi rê ve dibe, xaniyên berê yên Colemêrgê sererast nekir, neparast û qeyd nekir.

Ev xanî, wextekê hema hema li her devera Colemêrgê hebûn. Di serdema heyî de neyên bikaranîn jî, hê li gelek taxên Colemêrgê hene. Li gel polîtîkayên hilweşandinê yên dewletê jî, dîwarên derve yên gelek ji van xaniyan hê hene. Ev xaniyên bi keviran hatine çêkirin, bi rewşa xwe ya qewîn tên naskirin. Taybetmendiyeke din a van xaniyên ji du qatan pêk tên, havînê hênik e, zivistanê jî germ e.

POLÎTÎKAYA DEWLETÊ

Welatiyên Colemêrgê destnîşan dikin, ku dewlet bi zanebûn van xaniyan naparêze, restore nake û dibêjin, "Di nava her şert û mercî de em ê vê derê neterikînin. Dema mirov li bajarên Tirkan dinerin, dibînin ku avahiyên 50 salî jî tên restorekirin. Avahî û berhemên me ji hezaran salî man e. Tevî vê yekê jî karek ji bo wan nayê kirin."