Xabûr: Tecrîd wê bi çalakiyên gel ji holê rabe

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr got, hêza ku Ocalan ji nava tecrîda giran derxîne çalakiyên mezin ên gel e.

Endama Koordînasyona KJK'ê Xabûr işaret bi karaktera faşîst dagirker a dewleta Tirk kir û got, "Karê faşîzmê kuştin û dagirkirin e. Lewma divê mirov bi hêza xwe têbikoşin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr tevlî bernameya Rojeva Jinê ya Stêrk TV bû û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Xabûr diyar kir ku tecrîd ne tenê li Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê di qada navneteweyî de tê şermezarkirin û got, "Çalakiyên tên kirin nîşan dide ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan rêber e, ew bi nêrîn û îdeolojiya xwe bûye rêberê gelan."

YA KU TECRÎDÊ RAKE ÇALAKIYÊN GEL E

Xabûr greva birçîbûnê ya sê rojan a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi bîr xist û berxwedana girtiyan silav kir. Xabûr got, divê ev çalakî bi yek alî nemîne û destnîşan kir, ya ku berxwedana girtiyan bi ser bixîne malbatên girtiyan û gel e. Xabûr wiha pê daket: "Hêza bingehîn a ku tecrîdê ji holê rake çalakiyên girseyî û mezin ên gel e. Bi van çalakiyan re wê destek ji çalakiyên gerîla û berxwedana zindanan re bê dayin. Lewma her çalakiya ku tê kirin gelekî watedar e. Divê çalakî bê navber dewam bikin, zêde û hîn radîkal bibin."

BENDEWARIYA JI FAŞÎZMÊ ŞAŞ E

Xabûr çalakiyên gelên Bakurê Sûriyeyê yên li dijî tecrîdê silav kir û bi bîr xist ku ne tenê gelê Kurd di serî de gelê Ereb gelek milet li ber tecrîdê radibin. Xabûr got, divê bi konferans û panelan re meş û xwepêşandanên li dijî tecrîdê bên berfirehkirin.

Di dewama axaftina xwe de Dîcle Xabûr bal kişand ser 'hesasiyeta sivîlan' a hêzên navneteweyî ku li ser operasyona Îdlibê nîşan didin û got, "Îdlib bûye cihek ku dewleta Tirk çeteyên xwe lê xwedî dike û mezin dike. Hemû hêzên navneteweyî jî li gorî berjewendiyên xwe qala hesasiyetê dikin. Ji xwe şaş e ku mirov ji faşîzmê hesasiyetê hêvî bikin. Ev faşîzm e; mirovan dikuje, cih û warê mirovan dagir dike. Li şûna ku mirov bipirse bê çima wiha dike, divê mirov li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî faşîzmê bisekinin û têbikoşin."