WHO: Qirêjiya hewayê di salê de 600 hezar zarokan dikuje

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku qirêjiya hewayê ya hundir û derve di salekê de dibe sedema mirina 600 hezar zarokên biniya 15 salî.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi sernavê “Qirêjiya hewayê û tenduristî’ li Cenevreyê konferansa kûreyî pêk anî. Konferans roja Duşemê dest pê kir û heta roja Pêncşemê dom kir.

WHO raporek weşand û ragihand ku hewaya qirêj gefeke mezin li tenduristiya 1,8 milyar zarokan dike, yên ku temenê wan  biniya 15 salan e.

Li gorî WHO’yê 91 ji sediyê nifûsa cîhanê di hewaya qirêj dijî û ev jî dibe sedem ku di salekê de 7 milyon mirov bimirin.

Hate ragihandin ku di sala 2016’an de ji ber hewaya qirêj û enfeksiyonan 543 hezar zarokên di bin temenê 5 salî de, 52 hezar zarokên temenê wan di navbera 5 û 15 salî de mirine.