WHO hişyar kir: Cixareyên elektironîkî ziyanê didin tenduristiyê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser cixareyên elektironîkî yên di bin navê ‘bêziyane’ her roja diçe zêdetir tên bikaranîn, hişyariya ‘bê gotin ziyanê’ dide ragihand.

Di raporekê de ku li konferanseke li bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê hate parvekirin, ragihand ku cixareyên elektironîkî ji bo tenduristiyê bi ziyan in.

Belavbûna cixareyên elektironîk ên piranî di nava ciwanên ku cixareyê naikşînin de belav bûye, bi demê re rê li ber bikaranîna kişnadina cixareyê dikin. Li gorî vê ji bo kesên ku titinê bikar naînin serî li kişandina cixareyên elektironîk didin piştre dest bi kişandina cixareyê dikin.

Li gorî rapoa ku hate parvekirin her çendî rêjeya nîkotîn û gelek madeyên bi ziyan ên di cixareyên elektironîk de hebin jî lê hişyariya madeyên li xwe digirin ‘bi ziyan in’ kir.

Di raporê de bal hate kişandin ku sîstema cixareyên elektironîk bi serê xwe zerer e, diyar kir ku divê sîstema ji nû ve firotina van cûre cixareyan li ber çavan re bê borandin.

Di raporê de hate gotin ku ji bo berdana kişandina cixareyê bikaranîna cixareyên elektironîk bêkêr in. Li welatên ku piranî cixareyên elektironîk bikartînin, bi giştî cixareyên bi titin jî bikar tînin. Ev jî dide nîşandan ku ti bandora cixareyên elektironîk nîne.