WHO: Ger tevdîr bên girtin mirinên Hepatît C’yê wê kêm bibin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, bang li hemû hikûmetan kir ku li dijî mirinên ji ber nexweşiya Hepatît C’yê ku her sal dibe sedema  mirina 400 hezar mirovî, bikevin nava tevgeran û tevdîran bigrin.

Her çiqas li tevayî cîhanê hatibe tespîtkirin ku 71 mîlyon mirov vîrusa C (VHC) bi wan re heye jî, çarçoveya tedawiyê ya vê nexweşiyê  tenê bi 3 mîlyon mirov ve bi sînore.

Li gorî daneyên Rêxistina Tendurisî ya Cîhanê (WHO) ku gîrêdayî Netewên Yekbûyî (NY) ye her sal 400 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê dimirin û ji bo pêşî lêgirtinê jî helwesteke tam nayê nîşandan.

Li Parîsê têkildarî mijarê rêveberê Bernameya Têkoşîna Hepatît WHO’yê Gottfrîed Hirnschall daxuyanî da û bang li hikûmetan kir ku pêşî li mirînan bigrin. Hirnschall got ku divê Hepatît C li bernameyên tenduristî yên netewî were zêde kirin, tedawiya zû wê mesrefên zêde bi xwe re ne îne û ji bo bikaranîna dema pêş gelek girînge.

Hirnschall diyar kir ku tedawiya Hepatît C’yê di navbera 200 dolar û bi hezaran dolar de tê guhertin û got ya girîng ew e ku pêşî li pêşveçûna enfeksiyona nexweşiyê were girtin.

Tê texmînkirin ku kesên vîrûsa Hepatît C’yê bi wan re heye tenê 1 ji 5'an haya wan ji vê nexweşiyê heye. Di civîna sala 2106'an de ya bi pêşengtiya WHO’yê  hatî lidarxsitin hatibû hedef kirin ku heya 2030’î kesên virûs bi wan re 90 jî sedî, mirinan jî bi rêjeya 65 ji sedî kêmtir bikin.