WHO: Çixareya elektronîk mîna ya normal bi zerar e

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara mirovên çixareyê dikişînin hêdî kêm dibe û hişyarî da ku çixareyên elektronîk jî zerarê dide tenduristiyê.

Li gorî rapora WHO, li cîhanê ku nifûsa mirovan zêdeyî 7,6 milylar e, hejmara mirovên çixareyê dikişînin li gorî sala 2016'an zêdeyî 1,1 milyar bû. Ev hejmar û hejmara sala 2000'î weke hev e.

LI WELATÊN XIZAN HÎN BÊHTIR TÊ KIŞANDIN

Di raporê de hate ragihandin ku hejmara mirovên ji ber çixareyê mirine, salê 7 milyon e. Tenê 3 milyon kes ji ber nexweşiyên dil ku çixare rê li ber vedike, mirine.

Di heman raporê de hate destnîşankirin ku rêjeya kişandina çixareyê li welatên xizan bilind e. Li welatên ku asta hatineyê zêde ye, rêjeya kişandina çixareyê jî kêm e. Li gorî raporê, Danîmarka, Norwêc, Swêd û Îzlanda wê sala 2015'an dakevin asta rêjeya 14 ji sedî ya kişandina çixareyê.

DIVÊ BI ZELALÎ QALA ZERARÊN ÇIXAREYÊ BÊ KIRIN

Di raporê de işaret bi girîngiya agahdarî û hişyarkirina li ser mijara çixareyê hate kirin û hate destnîşankirin ku sala 2010'an rêjeya mirovên li Çînê ji ber kişandina çixareyê mirin, 40 ji sedî ye.

WHO'yê diyar kir ku li ser zerarên çixareya klasîk agahî ji civakê re bê dayin û ij bo vê jî lazim e kişandina çixareyê li cihên civakê bê qedexekirin, qedexeya li ser reklaman bên zêdekirin, alîkariya tibî bê zêdekirin û wêneyên li ser paketên çixareyan ên der barê nexweşî û mirina ji ber kişandina çixareyê rû didin, hê bi berfirehî bên dayin.

HIŞYARIYA LI SER ÇIXAREYA ELEKTRONÎK

Nuqteyeke din ku WHO balê dikişîne ser, zerarên çixareya elektronîk e ku dema dawî gelekî belav bûye.

Di raporê de hate ragihandin ku di çixareya elektronîk de li gorî ya klasîk kêmtir zerar hene, lê belê tevî vê yekê çixareya elektronîk dikare rê li ber nexweşiyên dil, reh û kezebê veke.