Weşanên Kurd û mûxalîf di fûaran de xwe digihînin xwendevanan

Li gel zext û astengiya ji ber Rewşa Awarte derketine pêşiya azadiya weşanê jî, weşanxaneyên Kurd û mûxalîf bi saya fûar û çalakiyên bi vî rengî xwe digihînin xwendevanan.

36. Fûara Pirtûkan a Stenbolê, di dawiya hefteyê de dest pê kir û wê 12'ê Mijdarê biqede. Fûara Pirtûkan a Stenbol li qada fûarê ya TUYAP a li Beylîkduzuyê pêk tê. Weşanxaneyên Kurd û mûxalîf destnîşan dikin ku bi saya fûaran ew xwe digihînin xwendevanên xwe.

Edîtorê Weşanxaneya Aram Ûlaş Guldîken destnîşan kir ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de fûar ji bo xwegihandina xwendevanan girîng e.

Guldîken diyar kir, Weşanxaneya Aram ligel zext û zordariyan jî 20 sal in ji xeta xwe tawîz nedaye û anî ziman ku ji dema avabûnê û vir ve zêdeyî nîvê pirtûkên wan ketine kategoriya 'qedexe' û piraniya wan jî hatine qedexekirin.

JI XWENDEVANÊN ME HEYE KU WEŞANXANE HATIYE GIRTIN

Guldîken diyar kir ku ji destpêka sala 2016'an û vir ve qedexeya firotin û belavkirinê li ser 100 pirtûkên hatine danîn û ragihand, li pirtûkxaneyan, girtîgehan, malan û li gelek cihên din pirtûkên bi logoya Aram hatine komkirin. Guldîken da zanîn, ku dema mijar Weşanên Aram be, bêyî qedexekirinê jî pirtûkên wan tên desteserkirin.

Ûlaş Guldîken da xuyakirin ku ji ber Rewşa Awarte wan weşanên xwe kêm kirine û anî ziman ku ji gelek xwendevanan heye ku weşanxane hatiye girtin. Guldîken destnîşan kir ku hebûna wan a niha li TUYAP'ê girîng e ku bi saya vê yekê nîşanî xwendevanan didin ku karê xwe didomînin.

DÛR E LÊ EM LI BENDA XWENDEVANÊN XWE NE

Di dewama axaftina xwe de Guldîken diyar kir ku tevî Rewşa Awarte, zext û zordariyê jî wan ti carî xeta xwe neguherandine û anî ziman, ku ligel dûrbûna TUYAP'ê jî ew li benda hatina xwendevanên xwe ne.

SEHER VEGUHERÎ PIŞTEVANIYÊ

Yek ji weşanxaneyên mûxalîf ên li TUYAP'ê cih digirin Kor Kîtap e. Tevî ku di demeke nêz de dest bi weşane kiriye, heta niha 30 pirtûk çap kiriye. Cara yekemîn e li TUYAP'ê cih girt. Xebatkarê Kor Kîtap Bûrhan Coşar anî ziman ku ew li TUYAP'ê bi xweşî hatine pêşwazîkirin.

Li fûarê Weşanên Dîpnotê jî heye, ku bi taybetî bi pirtûka çîrokan a 'Seher' ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê nivîsandiye, kete rojevê.

Ji Weşanên Dîpnotê Emîr Alî Turkmen destnîşan kir, ku li TUYAP'ê ev pirtûk gelekî balê dikişîne û tê kirîn. Turkmen anî ziman ku Seher ji aliyê gelek derdoran ve tê kirîn û ev pirtûk veguheriye piştevaniyê.