Welatiyên Mêrdîn û Amedê ji ber lêhiyê mexdûr bûn

Li navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Farqîn a Amedê ji ber barana zêde lehî rabû. Li navçeyê wesayît ber lehiyê ketin, mal û zevî di bin avê de man. Li navçeya Farqîna a Amedê jî lehî rabû.

KERBORAN

Li navçeya Kerborana Mêrdînê di saetên serê sibê de ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiya rabû gelek mal û zeviyên çandiniyê di bin avê de man. Li navçeyê jêrzemînên malan di bin avê de man, li Goristana Sefayî hilweşîn çêbû, zeviyên welatiyan di bin avê de man û zerara malî rû da.

Hinek wesayît jî li ber vê ketin û di binê avêde ma. Li hin cihan lehî rabû. Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li herêmê dest bi xebatê kirin.  

FARQÎN

Li Navçeya Farqînê ya Amedê barîna zêde ya baranê bandorê li ser jiyanê kir. Ji ber baranê lehî rabû û li navenda navçeyê, li taxên Ferîdûn, Mecît, Kale û Selahattîn gelek kargeh, mal û cih di bin avê de man. Lehî bû sedema zirara madî. Wesayît di nava ava lehiyê de man û welatî asê man. Li navçeyê zirarek mezin a madî çêbû.