Welatên ku dahata wan zêde ne zarokên wan ne bextewar in

Li gorî rapora Fona Alîkariyê ya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) a ku li 41 welatan lêkolîn hatine kirin, welatên ku asta dahata wan zêde ne, ev hatin bextewariya zarokan mîsoger nake.

Li gorî daneyên 41 welatên pêşketî yên ku Amerîka, Zelandaya Nû û gelek welatên Ewropayê jî têde ne, hat diyarkirin ku ji sedî 21’ê zarokan di binê sînorê hejarbûnê de dijîn.

DYA li gorî bextewariya zarokan ji nava 41 welatan, di rêza 37’an de ye û Zelandaya Nû jî di asta 34’an de ye.

Li gorî raporê li Fînlandiya, Îzlanda, Norwêc û Danîmarkayê zarokên di sînorê hejariyê de dijîn ji dehan yek e û li Îsraîl, Romanya, Bûlgaristan, Îspanya, Meksîka û Tirkiyeyê jî ev rêje ji dehan sisê ye.

Li Fransayê ya ku duyemîn welatên mezin ê YE’yê ye, ji 100 zarokan 18 jê di bin sînorê hejarbûnê de ne.

Slovenya ya ku dahata wê li gorî welatên din hindik e, ji nav 41 welatan di rêza 9’an de ye. Di raporê de tê destnîşankirin ku alîkariyên civakî û daşikandina bacan a ji bo malbatan a li welatên Fînlandiya, Îzlanda û Norwecê ji bo hejarbûna zarokan bi kêr tê.

TIRKIYE Û MEKSÎKA DI WARÊ XWARINÊ DE LI PAŞ IN

Di 41 welatan de ji her 8 zarokan yek derfetê nabîne ku xwarina pêbawer bixwe, li DYA û Brîtanyayê ev rêje dibe ji 5 zarokan yek.

Li Tirkiye û Meksîkayê ji her 3 zarokan yek, ji derfetên xwarina pêbawer bêpar e.

Di warê xwarina pêbawer de welatên herî ewle Japonya, Swêd, Koreya Başûr, Hirvatistan û Elmanya ye.

MIRINA ZAROKAN LI TIRKIYE, MEKSÎKA, KANADA, DYA Û BÛLGARISTANÊ ZÊDE YE

Di raporê de tê diyarkirin ku li van welatan qelewiya zarokan a di navbera temenên 11-15’an de kêşeyeke girîng e. li Tirkiye, Bûlgaristan, Meksîka, Şîlî, Kanada û DYA’yê rêjeya pitikên piştî jidayîkbûnê, dimirin ji hezarî 2,8 e.

Li gorî rapora UNICEF’ê di 41 welatan de ji 4 ciwanên kamilbûyî yek jê di depresyon, îrrîtasyonê de ye û gelekî hêrs e. Ev rêje li Îtalyayê ji 3’yan yek e.

Rapora UNICEF’ê ya bextewariya zarokan li gorî daneyên kêmkirina hejarî û birçîbûnê, tenduristî, asta perwerdehiyê, aramî, mezinbûna ekonomîk û newekheviyan tê amadekirin.