Vane qereqolên PDK'ê yên ku MÎT lê bicih bûye

Yekîneyên MÎT'ê ji deriyê sînor ê Hecî Umran heta çiyayê Korekê li gelek cihan li qereqolên PDKê bi cih bûne.

Artêşa Tirk ku li Başûrê Kurdistanê li gelek qadan baregehê wê hene, bi destê rêxistina îstîxbaratê MÎT'ê xebatên gemarî dike. Agahiyên girîng hatin bidestxistin bê ka MÎT li Başûrê Kurdistanê li kûderê bi cih bûye.
Li gorî agahiyên ku me ji jêderên xwecih bi dest xistiye yekîneyên bi ser MÎT'a  Tirk ve, li girê Serê Rola ya qada Qesrê ( li ir qereqolên PDK'ê hene), li Kolîter, Mamê, Rut, Berdezerdan, Şêrawazê rojane keşfê dikin.

Diyar bû ku  qereqolên li gundên Diyanayê ku ewlehiya van gundan hêzên Zêrevaniyê yên Hecî Birofî pêk tîne, ji bo xebatên îstîxbarî yên MÎT'ê hatiye vekirin û bi salan e li van deran xebatan dikin.

MÎT LI QEREQOLÊN PDK'Ê YÊN ÇIYAYÊ KOREKÊ BI CIH BÛYE

Her wiha diyar bû qereqolên li çiyayê Korekê ku bi qontrola hêzên Zêrevan ên Sîdar Barzanî ne, ji MÎT'ê re bûne navenda îstîxbaratê. Ev qereqolên li çiyayên Korekê sînorê Dola Alanê, ji Dola Melekan û çiyayê Kêlkilêlê heta pişt sînorê Helgurtê ji wir heta bi Ako ya Rewandizê, gundên Gerewayê kontrol dike.

Diyar bû ku  qereqolên li gundên Diyanayê ku ewlehiya van gundan hêzên Zêrevaniyê yên Hecî Birofî pêk tîne, ji bo xebatên îstîxbarî yên MÎT'ê hatiye vekirin û bi salan e li van deran xebatan dikin.

HECÎ UMRAN BI KONTROLA MÎT'Ê YE

Weke li hemû qereqolên PDK'ê, li qereqola heza Zêrevan a PDK'ê ya li çiyayê Wêzê jî yekîneyên MÎT'ê hene. Hate gotin endamên Parastinê yên Diyanayê tam destekê didine van tîmên MÎT'ê. Tê diyarkirin ku li avn qadan rojane keşf têne kirin û çavdêrî têne kirin. Li rex qada diyarkirî jî navendên Hêzên Îranê hene.