Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ustun: Li pişt şewatê konsepta şer û rantê heye

Ekolojîst Beyza Ustun got li Dersimê li gel armanca hilweşandina ekolojîk û guherîna demografîk û astengkirina têkoşîna civaka sernetewandî, dixwazin herêmê bikin rant jî.

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun got li pişta şewata li Kurdistanê û Dersimê li gel konsepta şer her wiha tê armanckrin ku herêmê ji sermiyanê re jî vekin.

Ustun ji ANF’ê re axivî û got ji salên 90’î ve şewata daristanên li Kurdistanê mîna rêbazeke şer tê bikaranîn û niha şertên krîza aborî jî li vê hatiye zêdekirin, bi şewatan li gel ekosîstemê dixwazin çand û bîrê jî tine bikin.

Ustun got bi vê rêbazê dixwazin avaniya demografîk a herêmê jî biguherin û her wiha herêmê ji rantê re vekin. Ustun got dema wekîltiya HDP’ê bi zanebûn mudahele li şewatê nedikirin, ew bixwe bûye şahide vê û piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ji bo şewata li Cûdiyê gelek caran serî li Wezareta Daristanê û Midûriyeta Bajêr a Daristanê dane lê ti encam jê nestandin.

Ustun her wiha got wê demê jî jandarma nedihişt ku gel şewatê bitefîne, niha jî ne ditefînin û ne jî dihêlin ku şewatê bitefînin.

‘DIXWAZIN HERÊMÊ RADESTÎ SERMIYANÊ BIKIN’

Li ser armanca şewitandina daristanên li Kurdistanê Ustun got, Jîgeh piştî ku bi bombeyan hatin wêrankirin, bi navbeynakariya şîrketên înşeatê sermiyan diçe wê dere û domand, ‘’Dixwazin wê herêmê ji gelê xwecih û qedîm vala bikin, li şûna wê teslîmî burjuvaziye bikin.’’ Ustun diyar kir ji ber sedema krîza aborî desthilat tengezar bûye û wiha ji bo sermiyanê bi vekirina qadên nû re dixwaze destê xwe fireh bike.

Ustun her wiha got ji şewata daristanan armanceke dî ewe ku li gel ekosîstemê dîrok, çand û bîrê jî tine bikin.

‘GEL MIL BIDIN HEV DIKARIN DAWÎ LI VÊ FAŞÎZMÊ BÎNIN’

Ustun herî dawî got şewat ne tenê hilweşandina ekolojîk, hilweşandina jiyanê ye, li gel armanca hilweşandina ekolojîk û guherîna demografîk û astengkirina têkoşîna civaka sernetewandî, dixwazin herêmê bikin rant jî.

Ustun bi domdarî got tenê tekana rêya derketina ji vê hilweşandinê aştî ye, dema ku aştî were dawî wê li şewata daristanan, mirinê û koçên ji bi darê zorê jî were. Ustun her wiha got tahakkûm û faşîzma dewletê tenê bi têkoşîna gelan dikare bidawî bibe.