Ustun a HDP’yî: Em bi berxwedanê dikarin Heskîfê xilas bikin

Endama Desteya Rêveber a Navendî (DRN) yê HDP’ê got bi berxwedanê dikarin Heskîfê xilas bikin û got, ‘’ji AKP’ê ti daxwaza me nîn e, em ê ava bikin.’’

Endama DRN’ê ya HDP’ê û Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê Beyza Ustun li ser polîtîkaya AKP’ê ya tinekirina Heskîfê axivî, bal kişande ser çalakiya Wekîlê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan û got, ‘Aslan bi xwedîderketina li Heskîfê bûye dengê hilbijêrên ku wekîltiya wan dike.’’

 ‘MÊTINGERÎ WÊ BI BERXWEDANÊ TÊK BIÇE’

Ustun li ser babeta hilweşandina Heskîfê got, ‘’parastina Heskîfê û qadên sirûştî yên jiyanê bi berpirsyariya wan e’ û ev peyam da: ‘’mêtingerî li vê cografyayê wê bi berxwedaniya mafdar têk biçe.’’

 ‘EM NAXWAZIN, AVA DIKIN’

Ustun axaftina xwe wiha domand: ‘’Em biryardar in ku hedefa xwe ya civaka ekolojîk û demokratîk geş bikin. Em li her qada ku em lê ne vî dengî bilind dikin. Em ji wê hişmendiyê ku li dijî zindiyan şer ragihandiye, barbariya DAIŞ’ê ya li Palmîrayê li Heskîfê dike tiştekî naxwazin. Ji bo ku dawî li şer û hilweşandinê bînin, ji bo parastina jiyan, sirûşt, çand û dîrokê em têdikoşin, li dijî wan ku dixwazin her deverê talan bikin em radiwestin.

Ji bo civaka ekolojîk em demokrasiyê bi hev re ava dikin.’’