UNESCO: Di 10 salan de 930 rojnamevan hatine kuştin

Li gorî daneyên UNESCO’yê, di nava 10 salên derbasbûyî de 930 rojnamevan hatine kuştin.

Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bi boneya Roja Pêşîlêgirtina Sûcên li Dijî Rojnamevanan tên Kirin bê Ceza Neyê Hiştin, têkildarî ewlehiya rojnamevanan hejmarek eşkerek kir. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya îro li Bonnê ji aliyê Nûnertiya Elman a UNESCO’yê ve hate dayîn, di navbera sala 2006-2016’an de hejmara rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe hatine kuştin 930 rojnamevan in û ji van bûyeran tenê ji sedî 10’ê van bûyeran hatine rûnîkirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Nûnertiya Elman a UNESCO’yê Wolfgang Schûlz wiha got: “Tenê karîne çapemeniyên ku gef lê nehatine kirin, bi raya giştî re parve bikin.” Schûlz desnîşan kir ku divê yên qetilkirinên ku rojnamevanan dikin hedef, girtinê kêfî, êşkence, serdegirtin û destdanîna ser amûrên wan bê ceza neyê hiştin.

WELATÊN HERÎ BI XETER MEKSÎKA Û AFGANÎSTAN E

Di daxuyaniya UNESCO’yê de, bal kişand ku di sala 2016’an de 102 rojnamevan hatine kuştin. Di aliyê rojnamevanan de welatên herî bi xeter Meksîka û Afganîstan e û li van welatan salê 13 rojnamevan tên kuştin. Sala borî li Yemen 11, Iraq 9 û Sûriye 8 rojnamevan hatin kuştin.

Li gorî daneyên ji aliyê UNESCO’yê ve hatin parvekirin, li cîhanê di aliyê rojnamevanan de herêmên herî bi xeternak û şer lê rû didin welatên Ereban in. Li gorî vê di navbera salaên 2012-2016’an de ji 530 rojnamevanan 191 li Sûriye, Iraq û Yemenê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya UNESCO’yê, di sala 2016’an de ji sedan 94’ê rojnamevanên hatine kuştin, ji bo çapemeniyên herêmî xebat dikirin û di sala borî de ev yek bi awayekî vekirî hate dîtin. Her wiha bal hate kişandin ku sala borî nîva rojnamevanan li herêmên şer lê hene hatine kuştin.