Trûmp nexwaze jî, armancên ji bo avhewayê dikarin bicih bên anîn

Li gorî lêkolîneke Morgan Stanleyê, tevî polîtîkayên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî, enerjiya zerarê nade av hewayê wê zêde bibe.

Di lêkolînê de hate destnîşankirin, ku zêdebûna enerjiya dikare bê nûkirin, bi polîtîkayên dewletê nikare bê astengkirin. Hat ragihandin, ku pirsgirêka karbondîeoksîtê (CO2) jî wê ji ber xwe ve çareser bibe.

Li gorî lêkolînê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nava cureyên enerjiya di dema pêş de maliyeta wê herî kêm be, wê enerjiya dostê xwezayê, sereke be. Lewma bi saya maliyeta kêm a cûreyên enerjiya dikare ji nû ve bê bikaranîn, bi taybetî ya enerjiya ba û rojê, pêkan e ku li DYA armancên di Peymana Parîsê de hatine destnîşankirin, bicih werin anîn.

Mijara ku analîstên Morgan Stanley herî zêde li ser sekinînin, maliyeta vê enerjiyê ye. Tê destnîşankirin, ku maliyeta vê enerjiyê wê heta sala 2020'î bibe enerjiya xwedî maliyeta herî kêm. Tê îdîakirin, ku kêmbûna maliyetê wê ji bilî welatên Başûrê Asyayê ji bo hemû welatên cîhanê derbas bibe.

LI ŞÛNA POLÎTÎKAYÊ WÊ ERZANIYA ENERJIYÊ DIYARKER BE

Di lêkolînê de hate destnîşankirin, ku ji bo pêkhatina armancên li ser kêmkirina belavkirina CO2, biryardariya siyasetê wê ne xala diyarker be.

Der barê mijarê de di lêkolînê de cih ji vê nêrînê re hate dayin: "Di gelek texmînên me de hate dîtin, ku li şûna polîtîkayê, wê erzaniya enerjiya zerarê nade xwezayê, di kêmkirina belavkirina CO2 de xala bingehîn û sereke be."

Li gorî lêkolîna navborî, ji sala 2016'an û vir ve maliyeta hilberîna enerjiya ji rojê, bi qasî nîvî kêm bûye.

KÊMBÛNA MALIYETÊ BERÊ ŞÎRKETAN DIDE VÊ ENERJIYÊ

Tê texmînkirin ku enerjiya ji ba tê bidestxistin jî, wê bi giranî il welatên avhewaya wê di vî warî de guncaw e, bi maliyeteke guncaw bê hilberîn. Li gorî vê yekê, enerjiya li van welatan ji tûrbînên ba tê peydakirin, wê maliyeta wê bi qasî nîvî yan jî yek ji sê parên maliyeta li santralên komir û gaza xwezayî be.

Tê gotin, ku bi saya teknolojiya nû ev maliyet kêmtir dibe.

Di dewama lêkolînê de tê destnîşankirin, tevî ku Serokê DYA Donald Trûmp xwe ji Peymana Parîsê vekişandiye jî, li DYA wê heta sala 2020'an armancên ji bo avhewayê hatine danîn bi cih werin anîn. Di çarçoveya peymanê de, ku Barack Obama mohra xwe danî binî û erê kir, karbondîoksîta ku li DYA heta sala 2020'an bê belavkirin, wê 26 heta 28 ji sedî ya asta sala 2005'an bihata kêmkirin.

YEK JI ÇAR PARÊN ELEKTRÎKA TÊ HILBERÎN, JI ÇAVKANIYÊN ENERJIYA DOSTÊ XWEZAYÊ YE

Di lêkolîneke dawî de, ku tora bi navê REN21, ku şîrket û saziyên li qada enerjiya dostê xwezayê di nav de cih digirin, bal tê kişandin ser pêşketina li qada enerjiya dikare ji nû ve were bikaranîn.

Li gorî rapora REN21'ê, rêjeya elektrîka ji bilî çavkaniyên hîdroelektrîkê di sala 2016'an de hatiye bidestxistin, 17 ji sedî zêde bûye û gihîştiye 921 gîgawattê. Para enerjiya dostê xwezayê di nava tevahiya cureyên enerjiyê de, li gelemperiya cîhanê 24 ji sedî derbas kiriye.