Trump: Eger Îran bixwaze şer bike, wê dawî lê bê!

Serokê DYE'yê Donald Trump gef li Îranê xwar û diyar kir, eger êrîşî berjewendiyên Emerîkayê bike wê dawî lê bê.

Trump bi rêya Twitterê daxuyanî da û diyar kir, "Eger Îran dixwaze şer bike, hingî wê ev yek dawiyê li Îranê bîne." Trump xwest, "Ti carî gefê li DYE'yê nexwe."

Beriya vê daxuyaniyê fermandarê mûxafizên şoreşê Huseyîn Selamî diyar kiribû ku Îran şer naxwaze, lê belê ji şer jî natirse. Li gorî Tehranê, DYE ne xwedî wan derfetan e ku karibe li Kendavê şer bike.

DYE saleke zextên xwe yên li ser Îranê giran dike. DYE piştî ku Gulana 2018'an bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand, dest bi pêkanînên aboriyê kir. Metirsiya li ser rûdana şer her zêde dibe, lê belê Serokê DYE di civînekê de ya li Qesra Spî gotibû, şerekî çekdarî yê li dijî Îranê wan eleqedar nake.

Tevî vê yekê jî alozî timî tê mezinkirin. DYE herî dawî îdîa kiribû ku Îran amadekariyê dike ku êrîşê bibe ser hêzên DYE'yê yên li herêmê û leşkerên xwe xistibû nava alarmê. Pentagonê jî hejmara leşkerên xwe yên li Kendavê zêde kir. Keştiyeke balafiran û balafirên şer şand.