'Trîlyonan bidin jî em ê ji mala xwe dernekevin!'

Şêniyên taxa Alîpaşa ya Sûrê, ku yek ji du taxên dewleta Tirk niha hildiweşîne, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walî da, ku gotibû, "Em ê heqê barkirinê û kirêya 6 mehan bidin."

Tê gotin, wê ne tenê taxên Alîpaşa û Lalebeyê, her wiha hemû taxên li başûrrojavayê navçeya Sûrê werin hilweşandin.

Waliyê Tirk ê li Amedê Huseyîn Aksoy, çend roj berê li Hîlton Otelê dema xwarina fitarê dida rojnamevanan, ji bo taxên Alîpaşa û Lalebey ên li ber xwe didin gotibû, "Ji bo kesên hê jî malên xwe neterikandine, eger ji malên xwe derkevin em ê kirêya 6 mehan û heqê barkirinê bidin." Şêniyên Alîpaşayê nerazîbûn nîşanî van gotinên walî dan. Ji şêniyên taxê Alî Sûbaşi diyar kir, wan qebûl nekirine bi zora dewletê ji malên xwe derkevin û got, "Niha jî weke ku henekê xwe bi me bikin radibin dibêjin, 'em ê kirê û heqê barkirinê bidin'. Eger gelekî bi dilê walî û qeymeqam be, bila ew biçin kirê û em pereyê kirêya wan bidin. Bixwazin em ê malên wan jî bi belaşî bar bikin."

'JI BO JÊXWARINÊ KETINE DORÊ'

Sûbaşi destnîşan kir, ku ew destê xwe li ber kesî venakin, li dijî biryara desteserkirinê doza wan vekirine dewam dikin û tenê dixwazin, malên xwe yên lê ji dayik bûne û mezin bûne, neterikînin. Sûbaşi got, "Trîlyonekê jî bidin min, ez ji mala xwe dernakevim. Ji ber ku hemû bîranînên min li vir in. Em ji vir biçin em ê çi bikin? Dixwazin me ji vir derxînin û vê derê pêşkêşî rantê bikin. Ji bo jêxwarinê AKP'yî ketine dorê."

'BI DU TAXAN SÎNORDAR NAMÎNE'

Fazîlet Tanrikûlû jî ji taxa Alîpaşa ye. Li gel ku bi hefteyan e ceyran û av ji ser wan birîne jî mala neterikandiye. Tanrikûlû got karkerên ku li Alîpaşa taxan xira dikin gotine tenê du taxan na wê taxên li başûrêrojava yê Sûrê jî xira bikin. Tanrikûlû diyar kir bi biryara Desteya Wezîran a 25’ê Adara 2016’an wê Melîkahmet, Îskerpaşa, Camîi Kebîr, Ziya Gokalp, Abdal Dede, Suleyman Nazî jî hilweşînin û got: "Niha kes li me xwedî dernakeve. Piştî Alîpaşa û Lalebey wê taxên din jî xirab kin. Karkerên hildiweşînin gotin wê avaniyên dîrokî û dînî jî werin xirakirin. Ango îro dora me û sibe ya wan e. Ji bo vê em dernakevin. Taxên dî jî bila hay ji vê hebin. Wê wan jî rehet nehêlin. Ji bo hemû herêma di navbera Kolana Melîkahmet û Turîstikê biryara hilweşandinê standine."

MÎNAKA DAXWAZNAMEYÊ GERANDIN

Her wiha Qeymeqamiya Sûrê ji bo Alîpaşa û Lalebeyê mînakên daxwaznameyê şandin ji muxtaran re û xwestin ku wan daxwaznameyan îmze bikin ku tê de tê gotin malbat ji bo ku malê xwe bar bikin 500 tl xwestine. Şêniyên taxê gotin ew ê daxwaznameyan îmze nekin û bi dilê xwe ew ê ji malên xwe dernekevin.