TJA'yê ji bo şikandina tecrîdkirina ziman bang kir

"Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê; divê her der bibe berxwedana ji bo zimanê dayikê. Bi Kurdî biaxifin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî bijîn."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û ev roj li gelan pîroz kir. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ziman hebûna gelan e, ziman ruh û tekoşîna gelan a yekem e. Ji wê sedeme ye ku dagirker tinekirina gelan ji qedexekirina ziman dest pê dikin. Roja zimanê dayikê ya cîhanê ku bi berxwedana gelan hatiye îlankirin pîroz be."

TJA bal kişand ser pergala Tirkiye ya li dijî çand û ziman û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn li Tirkiyeyê pergala hovane darbeyên leşkerî destpêkê li dijî ziman kirin, lê heta niha nekarî ziman tine bikin. Jinên Kurd li dijî givaştinê, bi zimanên Kurdistanî berxwedana parastina ziman bênavber didomînin. Li dijî darbeyan têkoşiyan. Ji dema darbeya faşîst a 12'ê Îlonê heta ya AKP-MHP'ê ji bo zimanê xwe bi dehan salan li zindanan li ber xwe dan. Di dadgehan de doza KCK'ê  berdêla  peyva 'ez livir im' 5 sal dan û bi vê berxwedanê di dadgehan de parastina bi zimanê dayikê dan qebûlkirin. Ji wan Leyla Guven û nêzî 400 hevalên wê di greva birçîbûnê de ne û bedenên xwe li dijî tecrîtê dihilînin."
 
TJA'yê herî dawî da zanîn ku ziman tenê bi rojekê nayê parastin û ev bang kir: "Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê; divê her der bibe berxwedana ji bo zimanê dayikê. Bi Kurdî biaxifin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî bijîn. Tecrîdê bikişînin ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê bi ziman re bijîn û bidin jiyîn."