Tiriyê Erdîşê yê endemîk ê 3 hezar salî li ber tinebûnê ye

Tiriyê Erdîşê yê endemîk ku li cîhanê navdar e, li ber tinebûnê ye. Tiriyê Erdîşê, ku li navenda navçeyê û li gundan çêdibe û wextekê çavkaniya debarê ya gel bû, hindik maye bi temamî tine bibe.

Bi hezaran berhemên li axa berhemdar a Mezopotamyayê şîn dibin, ji ber polîtîkayên dewletê û xemsariyê, tine bûn. Kêm ji berhemên endemîk ên li axê şîn dibin, gihîştine serdema heyî.

Yek ji van berhemên endemîk jî Tiriyê Erdîşê ye, ku li navçeya Erdîş a Wanê şîn dibe û li gelemperiya cîhanê navdar e. Ev tiriyê endemîk ku ev 3 hezar sal in li herêmê çêdibe, kêm maye. Mêwên tiriyê Erdîşê, beriya niha bi 3 hezar salî ji aliyê Ûrartûyan ve hatin çandin. Di nivîsan de, ku li ser kevirên li herêma Karataşê beriya 3 hezar salan hatine nivîsandin, tê fêhmkirin ku Qralê Ûrartûyê Menûa nifiran li kesên rez talan dikin, dike."

PIŞTÎ TEHCÎRKIRINA ERMENIYAN, REZ BÊ XWEDÎ MAN

Li Erdîş û gundên wê, heta sala 1915'an Ermenî û Kurdan bi hev re Tiriyê Erdîşê diçandin. Ji Tiriyê Erdîşê şarab, dims û mewîş dihate çêkirin. Heta Tehcîrkirina Ermeniyan a sala 1915'an, piraniya welatiyên Ermenî yên li vê herêmê debara xwe bi tirî dikirin. Piştî Tehcîrkirina Ermeniyan rez bê xwedî man û 80 ji sedî ji ber vê yekê hişk bûn. Li taxên Salîhiye, Vanyolû, Yekmal, Kasimbagi û bajarokê Çelebîbag ên Erdîşê, rez gelek bûn. Îro tenê li taxa Salihiyeyê çend donim rez hene.

DEWLETÊ DESTEK NEDA

Welatiyên ku nekarî ji dewletê destekê bigirin, rezê xwe kirin zevî û bexçe. Tiriyê Erdîşê ku kîloyê wî ji 5 heta 8 TL ye, dermanê gelek nexweşiyane. Ji nexweşiya şehir heta ya kanserê, dermanê gelek nexweşiyan e. Ji ber vê yekê welatî gelekî hez ji tiriyê Erdîşê dikin. Eger xemsariya li pêşberî vê rewşê dewam bike, ev tiriyê li cîhanê bi nav û deng e, wê bi temamî tine bibe.