Tîma Rojava Spor derbasî lîgek jor bû

Tîma Rojava Spor a li Lîga 4. a Awûstûryayê têdikoşe, di lîstikan hemûyan de bi ser ket û derbasî lîgek jor bû. Performansa serketî ya tîm hate pîrozkirin.

Tîma Rojava Spor a li Lîga 4. a Awûstûryayê têdikoşe, di lîstikan hemûyan de bi ser ket û derbasî lîgek jor bû. Ji bo pîrozkirina vê serketina Rojava Sporê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û PYD'ê li pîrozbahiyê axivîn û lîstikvanên tîma Rojava Sporê pîroz kirin.

JI BO ROJAVA BANG HATE KIRIN

Berdevkê PYD'ê yê Viyanayê Agirê Kobanê bal kişand ser gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û ji her kesî xwest ku di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tevbigerin.

Kobanê diyar kir, tîma Rojava Spor di demeke kin de mohra xwe danîn binê gelek serketinan û got, ji bo dewamiya vê serketinê wê bi her awayî destekê bidin Rojava Spor.

Piştre li ser kar û lîstikên tîma Rojava Sporê sînevîzyon hate nîşandan.