Tîma Kurdan SV Newroz bû şampiyonê Kûpaya EVI’yê

Tîma Kurdan SV Newroz bû şampiyonê Kûpaya tûrnûwaya EVI’yê ya ku li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hate lidarixistin.

Tûrnûwaya 2018 a EVÎ-CÛP li eywana sporê ya Sparkassen Arena ya Hîldesheîmê hate lidarxistin.

Di 4 rojan de 10 hezar kesan li maçan temaşe kirin. Şampiyonê sala 2017’an SV-Newroz îsal jî bû şampiyon.

SV-Newroz di tûrnûwayê de di hemû maçan de bi ser ket û di fînalê de ew û VfV 06 hatin pêşberî hev. Piştî skora 2-2, maç ma ser penaltiyan. Di penaltiyan de SV-Newroz 5:4 b ser ket.

Golvanê tûrnûwayê  Rêzan Bîlmez ê ji tîma SV Newroz xelat stend. Di heman demê de li herêma Hîldesheîmê SV Newroz bû tîma herî serkeftî.