Tîma Dalkurd derbasî Lîga Super a Swêdê bû

Tîma futbolê Dalkurd, ku ji aliyê Kurdên ji Mêrdînê ve hatiye avakirin, di maça duh de bi encama 1-0 li hemberî tîma Gaîsê bi ser ket û derbasî Lîga Super (Allsvenskan) a Swêdê bû, ku lîga herî bilind a vî welatî ye.

Tîma Dalkurd di sala 2004'an de ava bû û keyayê berê yê gundê Girê Mîra yê Mêrdînê Ramazan Kizil bû serokê tîm. Ciwanên Mêrdînî bi formayê xwe yê ji rengên kesk, sor, zer û spî daketin qada futbolê, mohra xwe danîn binê serketinên mezin û Dalkurd kir tîma herî navdar û serketî ya Swêdê.

Di nava Dalkurd de destpêkê tenê futbolvanên Mêrdînî û Kurdistanî dilîstin. Tevî Fransa, Swêd, Boşnak, Awûstralya, Lubnan, Iraq û Sûriye jî di nav de ne, niha ji 14 welatan lîstikvan di nava tîm de dilîzin.

Di bin sîwana klûba Dalkurd e 12 tîm hene, ku 30 jê jin zêdeyî 100 ciwan di kategoriyên cuda de bi futbolê dilîzin.

DU CARAN KÛPA SWÊDÊ QEZENÇ KIR

Tîma Dalkurd ku di lîgên Swêdê de performanseke serketî nîşan da, 5 salan li ser hev bû şampiyon. Di salên 2007 û 2009'an de tîma Dalkurd Kûpa Swêdê qezenç kir û serê Kurdistaniyan bilind kir. Serketina Dalkurdê di medya dîtbarî û nivîskî ya Swêdê de jî cihekî berfireh girt.