Tevlîbûna li Fûara Pirtûkan a Stenbolê kêm e

Fûara Pirtûkan a Stenbolê mîna her sal îsal jî dest pê kir. Lê belê eleqeya xwendevanan a ji bo fûarê li gorî salên bihurî kêm bûye.

Fûara Pirtûkan a Stenbolê dest pê kir ku her sal di navbera 10-8'ê Mijdarê de pêk tê. Krîza aborî û zêdebûna buhayê kaxizan, weşaneyên pirtûkan jî tengav kiriye. Vê yekê bandora xwe li fûarê jî kiriye.

Ji weşanxaneya KOR KÎTAP'ê Onûr Ozturk bal kişand ser zêdebûna qîmetê dowîzê û got, "Dowîz ji bo me ne tenê kaxiz e. Dowîş ji weşandinê heta mafê çapkirinê, maliyeta gelek tiştan zêde kir. Ji bilî maeşên xebatkarên weşanxaneyê, dikarim bêjim ku karekî me bi TL nayê kirin. Qîmetê Dolar zû zêde bû, lê bi têrkerî daneket. Dowîz ji bo me, ji bo weşangeran pirsgirêkeke ku dewam dike. Bi taybetî havînê di vê mijarê de pirsgirgêkeke mezin derket. Niha kaxiz bi destê me dikeve, lê vê carê jî kotayê ferz dikin. Pereyê te hebe jî heta radeyekê kaxiz ji welêt re tê firotin. Pirsgirêk ji bo me dewam dike."

TEVLÎBÛN QELS E

Ozturk diyar kir zêdebûna maliyetê bandor li pirtûkan jî kiriye û li ser tevlîbûna li fûara îsal got, "Hîn roja wê ya sêyemîn e, lê belê dawiya hefteyê ne weke ku li bendê bûn. Em hêvîdar in ku wê dawiya vê hefteyê zêde bibe. Lê tevlîbûn qels e."

Xebatkarê weşanxaneyeke din ku li ser piyan me bi hev re sohbet kir, işaret bi tevlîbûna kêm a li fûarê kir. Li gorî wî, zêdebûna maliyeta kaxizan kir ku mirov bêje 'buhayê pirtûkan gelekî zêde bû'. Halbûkî buhayê hin pirtûkan buhayê sala bihurî ye. Lê tevî vê yekê jî eleqeya ji bo fûarê kêm e.