Tevgera Azadî cejna gelê li Biradostê pîroz kir

Xebatkarên Tevgera Azadî, li herêma Biradostê cejna gel pîroz kirin.

Tevgera Azadî, ku ev demeke li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebite, serdana Zoman kir û cejna gelê li vir pîroz kir.

Li herêma Biradostê, ku çanda Zoman lê tê parastin, xebatkarên Tevgera Azadî li nava konan geriyan û cejna gel pîroz kirin. Vê serdanê, bi taybetî gelekî kêfa zarokan anî.

Tevgera Azadî, ku bi armanca xwerêxistinkirina gel li Başûrê Kurdistanê ava bû, ji bo kesekî bê rêxistin nehêle, bi rengekî berfireh dixebite.