Testa xwînê ku kanserê berî çêbibe tespît dike!

Li gorî lêkolînekê ku li kovara Scîence hate weşandin testeke xwînê hate afirandin ku kanserê berî rûdana semptoman tespît dike.

Lêkolîn ji aliyê pisporên Zanîngeha Johns Hopkîns a li bajarê Baltîmor ê DYA ve hate kirin. Di vî karî de li ser zêdeyî hezar nexweşên ku tumorên kanserê hê belav nebûne, test hate kirin. Li gorî encamên bi dest ketin, ji 8 cûreyên kanserê yên gelekî tên dîtin, bi rêjeya 70 ji sedî ya berî rûdana semptoman dikare bê tespîtkirin.

WÊ LÊKOLÎN LI SER 50 KESÊN DIN BÊ KIRIN

Heman pisporan ragihandin ku wan dest bi lêkolîneke nû kirine ku ev lêkolîn li ser 50 hezar jinên 65-75 salî tê kirin ku bi nexweşiya ti cûreyê kanserê neketiye. Bi saya vê lêkolîna berfireh, wê bê tespîtkirin bê tumorên ku hê semptomên wan diyar nebûne dikarin werin derxistin an na.

Tê zanîn ku mutasyona genetîk rê li ber mezinbûna hucreyên kanserojenê dikin. DNA van hucreyan jî di xwînê de heye. Pisporên di lêkolînê de cih girtin, bi rêbazeke cuda, 16 genên di tumorên cuda de herî zêde mutasyon lê bûne, lêkolîn kirin.

Testa xwînê ya ku 'CanserSEEK'ê ji bo patenta wê serlêdan kiriye, tê payin ku bi 500 dolarî were kirin.